Rejîma Talîbanê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinê û Komîsyona Gilîkirina Hilbijartinan û Wezaretên Aştiyê û Karûbarên Parlamentoyê betal kir.
Alîkarê Berdevkê Talîbanê Bîlal Kerîm daxuyanî da nûçegihanê AFP’yê û got: “Niha hewcedariya me bi karkirin û hebûna van her du wezaret û komîsyonan tune ye. Eger hewcedarî çêbibe, Îmarata Îslamî (navê rejîma Talîbanê) dikare wan ji nû ve ava bike.”
Komîsyona Hilbijartinê di sala 2006’an de piştî hilweşandina rejîma Talîbanê di sala 2001’an de hat avakirin. Armanca wê organîzekirin û çavdêrîkirina hilbijartinan bû. Komîsyon û endamên wê di salên bihorî de rastî gelek êrîşên Talîbanê hatin.
Orangzeb ku di dema desthilatdariya berê de heta hatina rejîma Talîbanê serokê Komîsyona Hilbijartinê bû di axaftina ku ji AFP’ê re kir de ragihand, “Eger ev rêxistin (Komîsyona Hilbijartinê) nebe, ez ji sedî sed bawer im ku pirsgirêkên li Afganîstanê tu carî çareser nabin. Ji ber ku hilbijartin wê çênebin.”
Rayedarekî din ê payebilind ê rejîma berê Halîm Fîdayî diyar kir ku ev biryar “Nîşan dide ku Talîban neguheriye û baweriya wan bi demokrasiyê nîne.” Fîdayî her wiha got, “Ew desthilatê ne ji sindoqan, bi guleyan digirin.”