Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîl, hejmara mirovên ku ji ber tayfûna Raî jiyana xwe ji dest dan bû 388 kes. Her wiha 60 kes jî winda ne. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 375 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tayfûna Raî ku bi bayê bi leza 195 kîlometre saetê di 16 û 17’ê Kanûnê de rû da, bandor li başûr û navenda Fîlîpînê kir. Li her devera ku tayfûn jê derbas bû, sîwanê xaniyan li ber bê ket, dîrekên elektrîkê û dar ji şûna xwe rabûn û bi sed hezaran mirov bêmal mabûn.
Hate ragihandin ku derdora 482 hezar xanî ji ber tayfûnê xera bûn an jî xisar lê bû. Li 430 bajar û gundan alîkarî li zêdeyî 4 milyon kesî tê belavkirin. Hîn jî zêdeyî 300 hezar kes li kampên veguhastinê dimînin.
Hikumetê xurek, av û kinc bir herêmên ku tayfûnê bandor lê kirin. Rojên dawî gefeke nû rû da. Herî kêm 140 kes ji ber ava gemarî nexweş ketin. Fikar hene ku şewbeke nû rû bide.