Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Serpîskopolê Efrîkaya Başûr Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tûtû peyama sersaxiyê weşand. Di peyama KNK’ê de wiha hate gotin, “Ji ber wefata dostê hêja yê gelê Kurd, lîderê dijberê Apartheîdê Serpîskopos Desmond Tûtû em ji dil sersaxiyê dixwazin. Wefata şervanê mafên mirovan ên gerdûnî, lehengê têkoşîna serketî ya li dijî Apartheîd a li Efrîkaya Başûr Serpîskopos Desmond Tûtû em gelekî êşand. Ji malbat û hevrêyên wî re, ji gelên Efrîkaya Başûr re em sersaxiyê dixwazin.”
LI QADA NAVNETEWEYÎ DENGÊ KURDAN BÛ
Di peyamê de hate ragihandin, salên 1990’î dema ku dewleta Tirk Kurdistan xera dikir, dişewitand, serpîskopos Tûtû têkoşîna Kurdan nas kir û bû dengê Kurdan. Di peyama KNK’ê de hate gotin, “Tecrûbeya xwe ya têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê bi me re parve kir û ji bo parastina aştiyeke bi rûmet ji Kurdistanê re, edalet ji gelê Kurd re her firsend bi kar anî. Ji bo aştiya li Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşengî ji gelek hewldanên global re kir û tevî dadger Essa Moosa ne tenê li Efrîkaya Başûr her wiha li qada navneteweyî jî yek ji dengên sereke yên Kurdan bû.”
JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN DUA KIR
KNK’ê diyar kir ku dilsoziya Serpîskopos Desmond Tûtû ya li edaletê, bû wesîle ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dua bike û dilsoziya wî ya li mafên mirovan kir ku li welatê xwe ji bo bidawîkirina rejîma apartheîdê têbikoşe û piştre jî ji bo gelên din li dijî nijadperestiyê têkoşînê bimeşîne.
Di dawiya peyama Konseya Rêveber a KNK’ê de wiha hate gotin, “Li gel dilsoziya xwe ya bi edaletê re her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dua kir. Di dilsoziya bi mafên mirovan û azadiyê de sînor nas nekir, piştî ku li welatê xwe tevkarî li bidawîbûna Apartheîdê kir li her devera cîhanê bû dengekî bi biryar ê mezlûman. Serpîskopos Tûtû ne tenê lehengekî têkoşîna li dijî Apartheîd a li Efrîkaya Başûr bû, ew di heman demê de nîşaneyeke têkoşîna gerdûnî ya li dijî zext û nijadperestiyê bû. Mirina wî ji bo gelên Efrîkaya Başûr û Kurdan windahiyeke mezin e.
Ji ber tevkariya şexsî ya Serpîskopos Tûtû ya li doza me em ê her tim minetdarê wî bin û bi rêberiya karên wî em ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet û aştiyê bimeşînin.”