Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bernameya meşên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere kir.

KCDK-E’yê diyar kir ku rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û geşkirina têkoşînê peywira demokratbûn û şoreşgeriyê ye.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de got ku, “Li ser Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd û îzalosyona li Îmraliyê li tu dera cîhanê tune. Ji Rêber Apo em tu agahiyan nastînin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, CPT û saziyên din bêdeng in. Tecrîda li ser Rêber Apo, tê wateya tecrîdkirina gelên Kurdistanê. Rêber Apo ne bi tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de bi fikrên xwe hêvî û rêberê gelên cîhanê ye jî. Li Rojhilata Navîn gelek gel Rêber Apo ji xwe re rêber dibînin. Rêber Apo, li hemû parçeyên Kurdistanê rêberê neteweyî ye. Rêber Apo ew ê ew ê bi têkoşîna gelê Kurd, gelên ku baweriyê bi fikrên wî tînin û bi têkoşîna ronakbîr û rewşenbîran ew ê azad bibe. Em bang li Kurd û dostên wan ên li Wlatên Ewrûpa “DANÎMARKA-SWÊD-BELÇÎKA-AVÛSTÛRYA-ELMANYA-HOLLANDA-FRANSA-Yewnanistan-SWÎSRE”, Kanada, Avûstralya, Japonya û gelek navendên din dikin ku bila tevlî meş mîtîngan bibin.