Mexmûr yek ji wan herêmên di çarçoveya madeya 140 de ye ku bi her awayî ji gelek mafên jiyanî hatiye bêparkirin. Di her pêvajoya desthilatdariyê de zexteke giran li welatiyên herêmê hatiye kirin. Dema rejîma Seddan herêm hate Erebkirin û piştî rejîma Baasê û bi şûnde welatî li bendê bû ku rewş hinek baş bibe, lê mixabin baştir nebû heta xirabtir bû.

Ji ber rakêşana siyasî û polîtîkayên hîzb û layenan wisa kiriye ku her carê welatî bibin qurbanê bazarên wan.

Li Herêma Mexmûr ji dehan gund û bi taybet jî li vê herêma Wargeha Penaberên Bakurê Kurdistan ên Şehîd Rustem Cûdî ku sala 1998’an de koçber bûye heye. Ev wargeha nêzî 10-12 hezar nifûsî her demê bûye hedefa êrîşan û destên qirêj li ser ranebûye.

Yek ji van êrîşên herî mezin piştî dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê ya Mûsilê û şûnde 6’ê Tebaxa 2014’an çeteyan berê xwe dan herêma Mexmûr û deverên wê. Bi êrîşa çeteyan re herêm ji aliyê hêzên PDK, YNK û Artêşa Iraqê ve hate valakirin. Gel terkî mirinê hate kirin. Gelê ku bi tenê hate hiştin ji bo rizgarkirina xwe berê xwe dan bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.

Gelê Mexmûrê yê penaber ku bi tenê hate hiştin, bi saya Hêzên Xweparastinê û gerîlayên HPG/YJA Star’ê piştî bi 3 rojan ên êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê di serî de wargeha Mexmûr û bajarokê Mexmûr û li gel gundewarên wê rizgar kirin. Mirov dikar bêje yek ji deverên ku DAÎŞ lê hate şikandin Wargeha Mexmûr bû.

CIHÊ PKK LÊ YE CIHÊ BAWERIYÊ YE

Piştî rizgarkirina Mexmûrê û derdora wê û bi ewlebûnê gelê wargehê û welatiyên derdor vegeriyan ser mal û cihên xwe. Ev jî bi saya Hêzên Xweparastinê û gerîlayên PKK’ê bû. Pir balkêşe ku heta welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ne vegeriyan welatiyên din ên derdor nehatin ser cihê xwe. Ev jî dide nîşandan ku piştî ewlehiya gerîlayên PKK’ê yên li herêmê gel vegeriyan, bawerî bi hêzên din nedianî.

Welatiyên herêmê yên ku li bendê bû piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê rewş hinek aram bibe, jiyan ji nû ve dewam kirin. Lê mixabin ji ber nêzîkatiyên hîzbî û partiyan welatî li naverastê man.

XEMSARÎ BÛ SEDEMA JI SEDÎ 5O’Î XAKA KURDISTANÊ JI DEST BIÇE

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajar û bajarok dagir kiribûn û berê xwe dabû herêmên bi nakok (Kerkûk, Xurmatû, Mexmûr, Şengal, Hawice) ên dikevin çarçoveya xala 140’an a destûra Iraqê. Ev herêmên ku ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê statuya wan li gorî xala 140’an hîn nehatibû diyarkirin û dibin kontrola artêşa Iraqê de bûn, ketin bin dagirkeriya çeteyan.

Raporta Rojnamevan WEYSÎ TALLÎ ji  Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî li Mexmûr