Li Iraqê di demeke xwepêşandan û alozî heyî 10’ê Cotmeha 2020’ê biryara hilbijartinê hate dayîn. Tevî ku gel bawerî bi hilbijartinê naîne jî, di dema hatî diyarkirin de hilbijartin pêk hat.

Piştî encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin û ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ve hate pejirandin, çav li rê bû ku hikûmetek nû bê avakirin.

Tevî ku zêdetirî 3 meh derbas dibin jî, aliyên siyasî yên Iraqê li ser avakirina hikûmeteke nû li hev nakin û her diçe ev mijar weke girêkorekê li rojeva Iraqê de germ dimîne.

Demek dirêj e hemû alî ji bo para mezin bidin hev û bikarin hikûmeteke nû ava bikin jî, lê li hev nakin. Li gorî lihevkirina pêkhateyên Iraqî postê serokwezîrtiyê para Şîa ne. Lê di rewşa niha de Şîa li ser namzetên serokwezîrtiyê li hev nakin.

Ev nelihevkirin di navbera Hemahengiya Şîe û Lîderê Tevgera Sadir Muqteda El Sadir a nemzetiya Nûrî Malikî ye. Li gorî daxuyanî û tevgerên Sadir wisa dixuyê ku ji Nûrî Malikî dilgirane û piştgiriyê dide Mûstefa Kazimî.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda El-Sedir hişyariya berjewendiyên gel hedef negirin kir. Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî jî têkildarî rewşa siyasî ya Iraqê hişyarî da û diyar kir ku ger deriyê diyalogê were girtin wê herî zêde gelê Iraqê winda bike.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda El-Sedir û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî têkildarî rewşa Iraqê daxuyanî dan.

Ji bo ev nakokî dawî bibe, Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda El-Sedir ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li Bexda xwestibû li gel Hemahengiya Şîe kom bibe, lê Hemahengiya Şîe bersiva daxwaza wî nedane û ne civiyan. Sedir bêyku li gel Hemahengiya Şîe bicive, ji Bexda vegeriya Necefê.

Her têkildarî vê nakokiyê û avakirina hikûmetê Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda El-Sedir û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li ser hesabê xwe yên tevnên dijîtal peyamên hişyariyê dan. Sadir got, “Berjewendiyên gel hedef negirin. Gel û welat xeta me ya sor e.”

Amîrî jî ev hişayarî da: “Eger deriyê diyalogê were girtin wê herî zêde gelê Iraqê winda bike, lewma divê berjewendiyên taybet danin aliyekê.”

Aliyê Iraqê bi vî rengî ye, lê li aliyê din Kurd li ser posta serokkomariyê mane bi qirka hev ve. Li gorî hiqûq û yasaya Iraqê posta Serokkomariyê para Kurdan e û di nava Kurdan de jî para Yekîtiya Nîştîmanî Kurdisan (YNK) ye. Heta niha ev rewş wisa dom dikir û YNK’ê yek diyar dikir ji bo Serokkomariyê.

Parlamentoya Iraqê dema hilbijartina Serokomarê Iraqê weke 7’ê Sibatê diyar kir. Wê di 31’ê Çile de navê namzetên ji bo serokomariyê werin eşkerekirin.

Lê vê carê mijarek balkêş derket holê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) çav daye posta Serokkomariyê ya Iraqê ya ku para YNK’ê ye.

YNK’ê ji bo vê postê Serokkomarê berê Berhem Salih diyar kir, li ser vê jî PDK’ê Hoşyar Zêbarî ku navê wî di dosyayên gendelî,dizî û ne lirêtiyê de ye nîşan da.

Li vir pirsên balkêş ev e, çima di rewşek wiha de PDK’ê çav daye para YNK’ê? PDK bi vê dixwaze çi bike? Ev pirs jî di nav de bi dehan pirsên din hene ku mirov bipirse.

Dema em li pêvajoya borî dinêrin, hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiye û dîsa bandora Tirkiye ya li ser Serokwezîrê Berê Mûstefa El Kazimî, xeterî û metirsiyên li ser hemû destkeftiyên Kurdan derdikeve pêş. Tirkiye bi rêya Kazimî zextê li Iraqê dike û bi vê dixwaze di serî de Şengal û Mexmûrê vala bike, her wiha bi vê yekê re çavê xwe bide Kerkûk û Mûsilê.

Tirkiye bi dayîna gel xwe ya PDK’ê û xapandan wê ku bikare li herêma Başûrê Kurdistanê desthilata xwe bidomîne. Lê dîroka dijmin û nêzîkatiya wê ya li Kurdan tevî li berçav û bi sedan nimûneyên vê hene, çima hê jî PDK bi vê dixape, mijareke din a nîqaşê ye.

Di demekê de ku divê Kurd li nava mala xwe yekbin ku bikare li Bexda destkeftî û heqê xwe biparêze, ketina nava rewşek wiha ya li ser posta serokkomariyê li hev neke, dihêle ku li Bexda destê wan zeîf bibe û nekare heqê xwe biparêze.

Dîsa metirsiya DAÎŞ’ê ya li herêmê dema mirov li ber çav bigire û êrîşên dagirkeriya Tirk a li seranserî Başûrê Kurdisan nîşan dide ku rewşê aloztir bike û ber bi rewşeke krîzên aborî û jiyanî ya kûrtir ve dehf bide.