Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Fransayê, Macron û hempîşeyê wî yê Îranî diyar kirin ku divê danûstandinên li ser peymana nukleerê bên xurtkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Têkildarî peymana nukleerê ya 2015’an Serokomar baweriya xwe ya bi çareseriyeke dîplomatîk dubare kir.”
Macron her wiha diyar kir ku peyman wê sozên aliyan ên eşkere û têrker bi cih bîne.”
Li gorî daxuyaniyê Macron got, “Çend meh piştî jinûve destpêkirina danûstandinên li Viyanayê, ji bo di vê mijarê de pêşketineke şênber bi lez bê bidestxistin, pêwîstî bi lezandinê heye.”
Serokkomarê Fransayê ji Îranê xwest, ku “nêzîkatiyeke çêker nîşan bide û vegere asta bicihanîna sozên ku dane.”
Macron anî ziman ku Îranê ispat dikiye ku di danûstandinan de dixwaze li hev bike û îradeya xwe nîşan daye.
Fransayê li ser mijarê roja Înê jî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku danûstandin dikarin bi ser bikevin û bigihêjin encamê.
Danûstandinên li ser peymana nukleerê ji dawiya meha Mijdarê û vir ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê têne meşandin.