Enternasyonalîstên ji gelek welatan, di salvegera komploya 15’ê Sibatê de wê îsal ji Frankfurtê bimeşin Saarbruckenê. Meşa ciwanan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 6’ê Sibatê dest pê bike.

Di salvegera 23’ên a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelê Kurd hate ferzkirin, wê enternasyonalîstên ji welatên cuda li hev bicivin.

Enternasyonalîstên ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bibin, wê 6’ê Sibatê roja Şemiyê ji Frankfurtê dest bi meşê bikin.

Tê payin ku meşa dirêj bi beşdariya bi dehan enternasyonalîstên ji gelên cuda pêk were û 11’ê Sibatê li Saarbruckenê bi dawî bibe.

Enternasyonalîst wê 12’ê Sibatê li Strasbourgê bi rengekî komî tevlî xwepêşandana girseyî bibin. Meşa ku wê bi 180 kîlometreyî dewam bike, wê ji enternasyonalîstên ji Kolombiya, Brezîlya, Ekvator, Meksîka, Spanya, welatê Baskê, Katalonya, Îtalya, Swîsre, Elmanya, Belçîka, Awûstûrya û welatên Skandînavyayê re malovaniyê bike.

Enternasyonalîstan sedema vê meşê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Enternasyonalîstan diyar kirin ku ne tenê gelê Kurd, pêwîstiya gelên cîhanê hemûyan bi fikrên Abdullah Ocalan heye û bi bîr xistin ku ji Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Enternasyonalîstan kampanyayên îmzeyan bi bîr xistin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi milyonan mirov tevlî bûn û gotin, “Ne tenê li Rojava yan jî li çiyayên Kurdistanê, li her devera cîhanê ku krîz hene pêwîstî bi fikrên Abdullah Ocalan heye. Lewma wezîfeya her kesî ye ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin û Abdullah Ocalan azad bikin.”

Enternasyonalîstan destnîşankirin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya cîhanî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê xurtir bibe û bi dewamî bal kişandin ser vê xusûsê: “Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li herêmê jî divê bi têkoşîna li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bibe yek. Ji ber ku Abdullah Ocalan afirînerê modela konfederalîzma demokratîk e ku li dijî modela netewe dewletê ya sedema şerê li cîhanê ye, alternatîfek afirandiye.”

Enternasyonalîstan her wiha bi navê “Meşa dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan” bi 10 zimanî malpereke înternetê vekirin. Malper ji vê navnîşanê dikare bê şopandin: http://longmarch.freeocalan.org

Kesên ku dixwazin beşdarî meşê bibin jî dikarin bi rêya e-mailê serî vê adresê bidin: [email protected]

BERNAMEYA MEŞA DIRÊJ A ENTERNASYONALÎSTAN

Bernameya meşa enternasyonalîstan wiha ye:

5’ê Sibatê (Şemî): Frankfurt, roja kombûnê

6’ê Sibatê (Yekşem): Frankfurt-Darmstadt, meş wê saet 10:00 de li Hauptwache’yê dest pê bike.

7’ê Sibatê (Duşem): Darmstadt- Bensheim

8’ê Sibatê (Sêşem): Weinheim-Mannheim, bîranîna Bêrîvan û Ronahî.

9’ê Sibatê (Çarşem): Ludwigshafen-Bad Dürkheim

10’ê Sibatê (Pêncşem): Homburg-Saarbrücken

11’ê Sibatê (În): Saarbrücken, êvarê konser wê bê lidarxistin.

12’ê Sibatê (Şemî): Ji bo xwepêşandana navendî rêwîtiya ber bi Strasbourgê ve.