Çalakvanê Medenî yê Başûrê Kurdistanê Şoreş Emîn ji gelê Kurd xwest ku li her qadek lê dijîn ji Rêxistinên Navnetewî bixwazin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser Ocalan rakin û dazanîn ku tenê Ocalan dikare aşitiya mayînde ji bo Tirkiyê bîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Greva Îmraliyê dibin sîstemeke êşkenceyê ya girankirî de tê girtin. Ev jî dibe sedema nerazîbûna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê. Gelê Kurd rêya çareseriya hemû pirgirêkên herêmê û Kurdistanê jî di azadiya Ocalan de û her wiha di fikrê wî de dibînin. Ji ber vê tevahî gelê Kurd yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat daxwaza azadiya Ocalan dikin.

Çavdêrê siyasî Şoreş Emîn diyar kir ku Ocalan dixwaze aşitiyeke mayînde bîne Tirkiye, lê ji ber aşitî ne di xizmeta berjewendiyên AKP’ê de ye wî tecrîd dike û hemû peywendiyên wî yê bi derve re qut dike. Emîn di dewama axaftina xwede wiha got, “Aşitî ne di berjewendiyê AKP’ê de ye, ji derveyî şer ti stratejiyeke wan a din nîne. AKP ji aşitiyê ditirse û gav ber bi paşve avêtiye. Ancax ev tecrîd bi ti awayî xizmetê ji gelên Tirkiyê re nake. Ji ber Rêber Ocalan dikare ji bo aşitî û aramiya Tirkiyê roleke mezin bilîze. Eger ev tecrîd were rakirin wê Tirkiye aram bibe.”

Şoreş Emîn dibêje, tecrîd hem binpêkirina mafê mirovane hem jî ne li gorî qanûnên navnetewiye û dazanîn ku di vê rê bidin hevdîtin bi Ocalan re werin kirin.

Emîn di dewama axaftina xwede îşaret bi qanûnên taybet yên li dijî Ocalan tên pêkanîn jî kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Li Tirkiyê siyaset, qanûn xistiye bin kontrola xwe. Ji ber vê çendê rê nayê dayîn ku hevdîtin bi Ocalan re çêbibe. Bes em dizanin ku Tirkiye bi hevdîtinên bi Ocalan re pêk werin narûxe. Ancax ya xuya dike, Tirkiye (AKP) li dijî aşitiyêye. Ocalan bûye sembola aşitiyê. Eger pirsgirêka Kurd li Tirkiyê neyê çareserkirin, wê gelê Tirk jî di nava aramiyê de nejî.”

Şoreş Emîn balkêşa li ser şerê ku Tirkiyê rû dide û dazanîn ku şer ne di berjwendiyê gelê Kurd ne jî di yê gelê Tirk de ye, tenê di berjwendiyê AKP’ê de ye û wiha pêde çû: “Çareserkirin û rawestandina vî şerî ne zehmete. Ocalan dikare çareseriyeke mayînde bîne. Ji ber vê divê gelê Kurd ji Rêxistinên Civaka Navnetewî bixwazin ku zextê li Tirkiyê bikin ku hevdîtinên bi Ocalan re destpê bike.”