Saziyên Alîkariyê yên Hevkar ên li Ewropayê konferansa xwe li dar xistin û destnîşan kirin ku ji bo bersivê bidin pêwîstiyên koçberan wê giraniyê bidin ser xurtkirina têkiliya bi saziyên alîkariyê yên biyanî û karên xwe berfireh bikin.
Saziyên Alîkariyê yên Hevkar ên li Ewropayê, di 29’ê Çileya 2022’an de li bajarê Troisdorfê yê Elmanyayê konferansa xwe ya salane lidar xistin.
Endam, rêveber û xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê- Almanya, Heyva Sor a Kurdistanê- Belçîka, Heyva Sor a Kurdistanê- Holenda, Heyva Sor a Kurdistanê- Îtalya, Heyva Sor a Kurdistanê- Swîsre, Heyva Sor a Kurdistanê- Îngîlîstan, Heyva Sor a Kurdistanê- Norwêc, Heyva Sor a Kurdistanê- Japan, Roja Sor a Kurdistanê- Swêd, Roja Sor a Kurdistanê- Awûstirya û Roja Sor- Fransa’yê beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi axaftina serokê Heyva Sor a Kurdistanê-Almanyayê Dr. Rojvan Bîlgîn destpê kir. Bîlgîn got, “Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji ber êrişan, şerê navxweyî, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan, bi mîlyonan mirov ji bo li ser piya bimînin, li ber xwe didin. Li Kurdistanê civaka ku ji aliyê hêzên dagirker ve bi xizanî, bêkarî û birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin, di rewşeke hê xerab de ye. Li gel êriş û zextên dagirkeran, vîrûs koronayê jî rê li ber encamên kambax vekir. Ji ber vê yekê, pêwîstiya alîkariya bi mirovên muhtac re ji her demê zêdetir bû.
Ji ber van sedeman beşek mezin mirov koçber bûne, hê jî nebûne xwedî cih û warên ku karibin pariyek nan lê bixwin. Gelek ji wan bi hêviya ku bibin xwediyê jiyanek aram, li ser rêyên koçberiyê şerpeze û perîşan dibin. Bi hezaran ji wan li ser rêyên koçberiyê, li şûna jiyanê rastî mirinê tên. Ji xwe karwanên koçberên ku di Derya Spî û Derya Ege, sînorê Polonya- Belarûsê û li ser rêyên Ewropayê jiyana xwe ji dest didin, vê rastiyê radixe ber çavan.
Li gel van kêmasiyan jî, dema mirov li encamên xebatên sala derbasbûyî binêre, derdikeve holê ku saziyên me yên hevkar tevî derfetên xwe yên kêm jî, karîbû bibe hêviya gelên muhtac û cihê baweriyê.
Saziyên Heyva Sor û Roja Sor yekane saziyên alîkariyê ne ku ji bo her deverên Kurdistanê bi salên demdirêj bê navber ji bo kesên mexdûr û muhtaç xebatên alîkariyê dikin. Di navbera Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr de ti cûdatiyê nabînin û li kîjan devera Kurdistanê pêwistiya alîkariyê hebe ji bo wê deverê alîkariyê xwe dişînin.”
Di konferansê de raporên xebatên alîkariyê û raporên darayî hatin xwendin û her wiha li ser xebatên sala 2022’an sînevîzyênek hate nîşandan.
Li gorî raporan, saziyên alîkariyê yên hevkar sala 2021’ê di çarçoveya projeyên xwê yên alîkariyê de li gelek deverên Kurdistanê ji bo kesên mexdûr û xizan xebatên alîkariyê meşandine.
Di konferansê de xebatên sala par hatin nirxandin û ji bo xebatên paşerojê plansazî hate çêkirin.
Di konferansê de hate gotin, “Bi tevî hewldanên hatin kirin jî, heta niha alîkariyên hatine birêvebirin, bersiva dihat xwestin nedane pêwîstiyên gelê me. Ji bo vê divê xebatên xwe 2 qat zêdetir bikin û hemû derfetên xwe yên heyî û hêza xwe bikin yek û ji bo bicihanîna pêwîstiyên gelê me.”
Di konferansê de bi taybetî li ser 2 xalên sereke hate sekinandin û nirxandin. Ew jî; yek, xebata endam çêkirinê û ya din jî xebata bi saziyên alikariyê yên biyanî re têkilî û projeyên hevpar çêkirinê bû.
Di konferansê de hate gotin, “Saziyên alîkariyê bi zêdebûna hejmara endaman xwe ve dikare destê alîkariyê dirêjî hîn bêhtir kesên mexdûr bike. Saziyên alîkariyê bi hejmara endamên xwe ve wê bizanibin ku mehane çiqas dahatên wan çê dibin û li gorî vê jî wê bikaribin plansaziya projeyên alîkariyê yên demdirêj çê bikin. Her wiha zêdebûna hejmara endaman ji saziya alîkariyê re rêya têkiliyan bi saziyên navneteweyî û dezgehên fermî re jî vedike û di çêkirina projeyên hevpar de bandoreke erênî dike.
Gelek sazi û dezgehên alîkariyê yên biyanî hene û derfetên wan yên aborî jî gelek zêde ne. Gava saziyên me bikaribin bi wan saziyan re têkiliyên xurt dayne û her wiha bikaribe projeyên hevpar çê bike, wê gavê bi mîlyonan kesên hewcedar û mexdûr li Kurdistanê wê ji derfetên van saziyan parek alikarî werbigrin.”
Konferans bi çêkirina plansaziya li ser xebatên paşerojê dawî bû.