Zehra Çelîk
Rastiya Kurd û Kurdistanê ya sedsale li bin dorpêça qirkirinê de ye, li gel parçebûna ku dijî, rûberûyê hewldanên parçekirin û êrîşên madî û manewî ya mêtîngeran jî dimîne. Rastiya Kurd û Kurdistanê, kêlî bi kêlî rûberûyê êrîş, asîmîlasyon, pêkanînên desthilatdaran û tunekirina nirxên jinan re rûberû dimîne. Li Bakurê Kurdistanê sîstemeke îmhayê ya topyekûm birêve diçe. Rojavayê Kurdistanê, heya beriya şoreş pêk were jî dibin pêkanîn dij demokratîk ên rejîma Baas’ê de tune dihate hesibandin û weke sîberek hebûna xwe didomand û weke ûcûbeyek lê hatibû. Rojhilatê Kurdistanê tevî danehev û mîrateyeke mezin a çandî, civakî û dîrokî, dibin zextên rejîma Îranê de dinale. Li cihê ku rizgariya netewî ya siyasî nebe, taybetmendiyên çandî yên bihêz roleke girîng di berxwedanê de bilîzin jî, têra jiyana azad nake. Zanabûna her timî ya li hember zor, şîdet û desthilata Îdeolojîk ya rejîma îslamî, eger di nava îradeyeke siyasî de be, dikare hebûna xwe biparêze, ji vêya wêdetir ne pêkane. Başûrê Kurdistanê jî ji hemû beşên din ên Kurdistanê cûdatir e.
Di rastiyê de ji dawiya sedsala 19’an ve heya niha hemû desthilatdarên cîhanê çavberdane Başûrê Kurdistanê û Iraqê. Bi vî awayî jî razemeniyê li ser dikin. Başûrê Kurdistanê ji dema Împeretoriya Osmaniyan ve heya hilweşandinê dikeve dorpêça wê. Ji ber pêkhateyên xwe yên cûda yên civakî, olî, çandî, siyasî û dewlemendiyên xwe timî bala cîhanê kişandiye ser xwe. Komkujî, êrîş û pêkanînên mêtîngeriyê yên li Kurdistanê, bi awayeke berhevkirî û herî kûr li ser Başûrê Kurdistanê hatiye pêkanîn. Li dewsa ku ev dewlemendiyên mezin bibin îfadeya herî bedew a jiyana azad, hemû ciyewazî di sînorên tekparêziyê û hişmendiya desthilatdariyê de hatine bêrengkirin, şibandine hev û mehkûmê yek çarenûsê hatine kirin. Em dikarin îro vê yekê di sosyalîteya Başûrê Kurdistanê de bibînin. Herkes ji hev cûdaye, ji hev cûda difikire, lê herçend herkes ji hev cûda xuya bike jî, dişibin hev! Ev rewş ji bo hemû partiyan, tevger û koman derbas dibe. Tevî evqas daneheva dîrokî, berxwedan û şerê hebûnê, yên divê mafê wan ê gotinê di pêşeroja civakê de nebin, bûne nûnerên civakê, heta bûne xwediyên wê. Ev jî bûye karesata herî mezin a hatiye serê Başûrê Kurdistanê. Weke encama vê karesatê jî, li gel hemû parçebûna xwe nekariye bibe ferd jî û hemû şibîne hev.
Başûrê Kurdistanê di dorpêça qirkirinê de kêlî bi kêlî rûberûyê êrîşan tê. Ji bo ji vê rewşê derketinek çêbibe jî pêwîstî bi watedayîneke mezin, hîskirin û israrkirinê heye. Yên karîne vêya serbixin, ji derveyî pênaseya civak û ferdê vir ketine, şervanên heqîqetêne.
PKK ku weke tevgera azadiya netewî derket, hiştiye ku lêgerîna azadiyê ya li Başûrê Kurdsitanê, rehên wê yên şaristaniya demokratîk ya li berxwe dide, bihêz bike û weke heqîqeteke berbiçav pêk were. PKK li Başûrê Kurdistanê jêdera heqîqate azadiyê ye.
Nimûneya herî xweşîk a ji bo vêya were dayîn jî Viyan Soran e. Hevalên Viyan Soran ên gerîla, malbat, xizim, hevalên wê yên zarokatiyê û gelek têkoşerên azadiyê yên jin behsa wê dikin. Me fêm kir ku Viyan Soran jineke nadîde (kêm) ye ku di herkesê de şop hiştiye. Her yek ji aliyekî ve pênaseya Viyan kir. Ya tê fêm kirin ewe ku weke kombûna hemû pênase û behskirinan, kêm jî be dikarin Viyan Soran nas bikin.
Viyan Soran, rehê berxwedanê ya jina Kurd ya ji dîrokê tê ye. Bûye koka saxlem ya azadiyê, şaneya wê û heta zanista azadiyê ya di nava zinarê de kok dide ye. Tevî temenê xwe yê ciwan jî asta têgihîştin û fêmkirina wê, mezinbûna azadbûna wê ya fikrî dide nîşan. Ev têgihîştin ne tenê ferdî ye, dide nîşandan ku civakî ye jî. Asta têgihîştina wê, meyla wê ya hunerî, asta fikirandina wê ya felsefîk, zanabûna wê ya dîrokî, hestiyariya wê ya jinane, henekçîbûna wê, manewiyata wê ya bihêz, hîssên wê yên xurt, Viyan Soran ji hemû hemdemên wê cûda dike û derdixe asteke bilindtir. Di encama van hemû taybetmendiyan de Viyan Soran kariye rastiya Rêber Apo fêm bike, Rêber Apo kêlî bi kêlî hîs bike, tecrîda li ser Rêbertî tê pêkanîn bibîne û ji kûr ve hîs bike. Lewma dikare bêgotin ku bûye rêhevala Rêbertî û weke jineke Başûrê Kurdistanê weke kesayet gihîştiye lûtkeya azadiyê.
Rêber Apo, wateyeke mezin dide Başûrê Kurdistanê û jinên Başûrê Kurdistanê. Her ji destpêkê ve gotiye, “şoreşa Başûrê Kurdistanê wê şoreşa jin be.” Çima şoreşa Başûrê Kurdistanê şoreşa jinê ye? li Başûrê Kurdistanê pênaseyeke çawa ji zilam-zilamtiyê re tê kirin? Zilam û zilamtî çawa tê jiyan kirin, jin û mêrê azad li kudera vêye? Çanda civaka Başûrê Kurdistanê çiqas nirxên jinê parastine, çiqas ketiye bin desthilata mêr? Di civakbûna Başûrê Kurdistanê de sînorên desthilatdariya mêr çine û çawa tê jiyankirin? Ev pirsane dikare bên zêdekirin, lê armanca me ne zêdekirina pirsane û ne jî li vir bersiva hemû pirsan dayîne. Cewhera vêya wiha ye: Desthilatdariya mêr li Başûrê Kurdistanê kûr e. Desthilatdarî weke taybetmendiyeke çandî û xwezayî tê dîtin û li ser civakê hatiye ferzkirin û pê dane pejirandin. Li Başûrê Kurdistanê jin berdêlên mezin dane û berxwedan kirine. Lê îro tevî evqas asta azadiyê jî, ya serwer ewe jin di çarçoveya mafên siyasî de bi zilam re bên heman astê. Yanî pêvajoyeke mîna serdama femînîzma lîberal a Ewropayê li Başûr tê jiyan kirin.
Viyan Soran li hember ev çanda desthilatdariya mêr derket, nexwest dibin sîbera mêrê desthilatdar de bijî, li hember şêwazê ferzkirina desthilatdariyê û xwezayî dîtina wê hêrseke mezin jiyan kir. Li gel ew berxwedana mezin a li hember rejîma Baas jî ji ber van xalên ku me destnîşankir hêrseke mezin jiyan kiriye. Ti berxwedanek, ti têkoşînek, koletî, desthilatdarî yanjî zorek, nabe ji bo garantîkirina serwerbûna cinsek were ferzkirin. Lêpirsînkirina kur a Viyan Soran ya di vê xalê de, hiştiye ku ew xwe xapandinên di têkoşînê de bibîne. Êdî ew dizane her berxwedanek anjî her şerek bi azadiyê bi encam nabe. Ji bo ew nirxên ku di oxira wê de hatine şerkirin werin afirandin û pêkanîn, ji bo bikin çandek û berbelav bikin jî têkoşîneke mezintir a cûda pêwîst dike.
Dema Viyan Soran gihîşt vê asta fikirandinê wisa dîroka femînîzmê ne xwendibû, cîhanê jî nasnekiribû û ezmûna wê jî nebû. Lê şaneya herî azad a di dilê xwede karîbû biparêze, zerreyeke azad a gerdûnê karîbû di dilê xwede hilgire. Ango jineke ciwan a Kurd ya dilê wê mezin û hîsên wê kûrbû. Ew hem Kurdistanbû, hem Leyla Qasimbû. Dema biryar da aliyê herî pak û azad yê dilê xwe biparêze û berdewam bike, tevlî PKK’ê bû. Ew hêza wateyê ya bi hewldaneke mezin di dilê xwede parastibû, , hîskirina dîrok û civakê, hêza xwe ya manewî û hîskirinê girt û tevlî refên azadiyê bû. Vêya jî bi fikrên Rêber Apo re tacîdar kir.
Naskirina hevala Viyan Soran bi fikrên Rêber Apo re, vî fikrî ji kûr ve têgihîştin dibû çîroka, dilopa di dilê xwede kir behr. Ew wateya ku ji dîrokê girtiye û aniye serdema xwe, heqîqetê, hezkirina jiyanê, hezkirina mirov bi fikrên Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê re veguherandiye xezîneyeke nemir a mezin. Di demên ku têkoşîn dida meşandin de ji bo her kêliyeke xwe wateyên mezin barkiriye, wate li demê bar kiriye û têkoşîna vêya jî ji dil daye. Bangawaziya wê ya li Rêber Apo, jinên Kurd, mirovahiya cîhanê, dide nîşan ku kariye bibe mirovê cîhanê. Di vê wateyê de sedsalê û gerdûn, hemû mirovahiyê di dilê xwede hewandiye û bûye mirovake nimûne û heqîqetek.
Weke miroveke hema atmosferê bi Viyan Soran re parve kiriye, li pêkenokên behs kiriye keniye, bi bîranînan re di nava demê de rêwîtî kiriye, bi wê re hestiyarbûme, rêwîtî berbi kûrahiya dîrokê ve kiriye, bi wê re stran gotiye, weke şahideke bi wê re berê xwe daye çiyayên azad ên Kurdistanê û asoyan, bejna xwe li ber bîranîna wê birêzdarî, hezkirin û minnet di tewînim.
Ez bawer dikim bi fêmkirina paradîgmaya Rêbe Apo, fikrên wî û helbet jî îdeolojiya rizgarriya jin, bilindkirina têkoşîna afirandina jiyana azad, jiyana herî watedare. Divê hemû gelê Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna V,yan Soran xwedî li Rêber Apo derkeve, pêşengiya jinên Kurd were pratîkkirin, li dijî dagikeriya Tirk were sekinandin û Başûrê Kurditanê ji bin desthilatdariya PDK’ê were derxistin. Em ancax bi vî awayî bikarin hêjayî ev qêrîna azadiyê ya Viyan Soran bibin.