Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Emerîkayê ji ber berxwedana QSD’ê ya di têkbirina êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaayê de, QSD’ê silav kir. Şêwirmend da dixuyaniya xwe de ragihand ku ji ber cesaret û fedekariya QSD’ê, DAIŞ bi bin ket.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Emerîkayê Jake Sullivan derbarê ji nû ve kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.
Sullivan di daxuyaniya xwe de got: “DYA pesnê QSD`ê dide ku bi hêzên Koalîsyonê re xebatên kontrolkirina girtîgeha Sînaa temam kir.”
Di daxuyaniyê de ku Koşka Spî li ser malpera xwe weşandiye, Sullivan got: “Bi saya cesaret û israra QSD`ê ku gelek fedakarî kirin, DAIŞ bi bin ket.”
Sullivan bal kişand ser xebatên hevbeş ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û got: “DAIŞ`ê bi awayekî hovane êriş kir. Ji ber wê divê werin tunekirin. Divê dewlet bi hev re dosyaya bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê çareser bikin.”
Jake Sullivan destnîşan kir ku gefa DAIŞ`ê berdewam e û pêwîstiya wê bi çareseriyeke cîhanî heye. Sullivan di dawiya peyama xwe de got: “DYA pabendî xebatên bi şîrîkên xwe yên li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevalbendiya tunekirina DAIŞ`ê ne.”