Piştî barana herî zêde ya 20 salên dawî ya li Ekvadorê, kolanên paytextê bi ava ji heriyê tijî bû. Wesayit û xanî ji ber karesata lehiyê di nava avê de man.
Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîl, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn. Malbatên bêmal man li 8 otelên cuda hatin bicihkirin.
Li Ekvadorê ji meha Cotmehê û vir ve baran dibare. Li 24 eyaletan, baranê bandor li 22 eyaletan kir. Servîsa Rêvebirina Rîskê ya Neteweyî ragihandibû ku ji ber baranê 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.