QSD’ê da zanîn ku di encama binketina planên dewleta Tirk li Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê de û ji ber netehemûlkirina wê li ser hevgirtina gel bi hêzên xwe re balafirên dagirkeriya Tirk gundewarê Dêrikê bombebaran kirin. Di heman demê de Koalîsyona Navneteweyî berpirsê binpêkirina dewleta Tirk ji asîmanê re ye. Her wıha QSD’ê ragihand ku 4 şervanên wê şehîd bûn û 4 sivîl jî ji ber bombebaranê birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin:

“Êrişên fireh ên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li ser girtîgeha Hesekê, bi plan û destekdayîna dewleta Tirk a dagirker bû. Lê ew êriş ji hêla hêzên me ve û bi hişyarbûna gelê herêmê hatin têkbirin. Lê hêz û gelê me di salvegera rizgarkirina Kobanê ew êriş têk birin û derbeyeke duyemîn li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

Ji bo pêkanîna qezencan ji wan êrişan û da ku alozî li herêmên me pêk werin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî êrişên li ser girtîgeha Hesekê, êrişî Til Temir, Eyn Îsa û herêmên din kirin. Lê hêzên me ew êrişên dagirkeriyê jî têk birin.

Dewleta Tirk a dagirker tu armanc ji êrişên li ser Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê pêk neanîn, lê piştre Koalîsyona Navneteweyî asîman li pêş wê vekir. Di 1’ê Sibatê de, saet 10:00’an êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya li Gir Kendal ê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrika Hemko bombebaran kir. Di encamê de stasyonê hate rûxandin û 4 şervanên me ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karkerên sivîl birîndar bûn.

Di vê êrişa hewayî ya dagirkeriyê de heval Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker dîmena oxirkirina cenazyên şehîdên me ku bi lehengî li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Hesekê tehemûl nekir û her wiha hevgirtina girseya gel li dora şehîdan û doza xwe jî tehemûl nekir.

Eşkere ye ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bêyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk nehatine, di encamê de welatî, gund, avahî û karker tên hedefgirtin. Bi wê yekê re dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişên xwe rewa bike.

Em QSD’ê li hember van êrişan bê deng namînin û dê dewleta Tirk a dagirker li ser vê bêserûberiya êrişan muhasebe bikin.”

(fr)