Dadgeha Federal ya Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î rawestand.

Di 10’ê Cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin, piştî wê di 30’ê Kanuna 2021’an bi biryara ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih dayî, parlamentoya Iraqê di 9’ê Çileyê de civiya. Di civînê de Mihemed Helbûsî carek din ji bo serokê parlamentoya Iraqê hate hilbijartin. Ji wê rojê heya niha liv û tevgera siyasî ya ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê yê nû û avakirina hikumeta nû dewam dike.

Li gorî yasaya Iraqê, divê di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê ji nûve were hilbijartin. 15 roj derbas bûne lê hîn jî serokkomar nehatiye hilbijartin. Li gorî biryara Desteya Serokatiya Parlamentoyê, divê sibe (7’ê Sibatê) serokkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin.

Parlementoya Iraqê di 31’ê Çileya 2022’an de navê 25 namzetên ji bo serokkomartiya Iraqê xwe diyarkirine, eşkere kir. Di nav namzetan de namzetê YNK’ê Berhem Salih û namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî jî hene.

Ji ber ku Serokê Parlamentoya Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î ku dosya wî ya gendeliyê heye qebûl kiriye, Parlamenterên Iraqê, Elî Turkî, Dîlan Xufur, Karwan Yarweys û Kerîm Şikur li Dadgeha Federal a Iraqê giliyê Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî kirin û jê xwestiye lêpirsîn li gel were kirin. Dadgehê ev giliyê wan pejirand.

Dadgeha Federal a Iraqê di 3’yê Sibatê de, bi nivîsekê giliyê wan parlamentoya pêşkêşî beşê yasayî yê Parlamentoya Iraqê kiriye û jê xwestiye di nava 15 rojan de bi awayek nivîskî bersiva dadgehê bide.

Elî Turkî û Dilan Xefûr jî li Dadgeha Keric a Bexdayê giliyê Hoşyar Zêbarî kirine. Ji dadgehê xwestine lêpirsînê li gel namzetê PDK’ê yê ji bo serokomariya Iraqê Hoşyar zêbarî bike. Li gorî gilînameyê, dema Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê bû, zêdetir 3 milyar û 700 milyon dolar bi derqanûnî winda bûye.

Îro Dadgeha Federal ya Iraqê li ser giliyê he 4 parlamenteran û erêkirin û redkirina namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî kom bû. Di civînê de biryar hate girtin ku hemû karên Hoşyar Zêbarî yên ji bo serokkomartiya Iraqê werin rawestandin.

Dadgeha Federal ya Iraqê sedema biryarê bi nebûna şert û mercên yasayî yên Hoşyar Zêbarî ve girêda. Herwiha dadgehê pejirandina namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji aliyê serokatiya parlamentoya Iraqê ve jî, weke pêngavek ne destûrî bi nav kir û ragihand ku ew biryar berevajiyê madeya 68 ya destûra Iraqê ye.

Dadgeha Federal ya Iraqê ragihand ku biryar li ser giliyê yasayî yê 4 parlamenterên Iraqê hatiye dayîn.