Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg li gel Serokwezîrê Ingilîz Borîs Johnson daxuyaniya çapemeniyê da û got, ”Rûsya leşkerên li sînorên Ukrayna zêde dike û ji dema rabûna şerê sar û wir ve Rûsya hêza leşkerî ya herî mezin li Belarûsê bi cih dike, em vê ji nêz ve dişopînin.”
Rûsya û hêzên Belarûsê ji pênçşemê û wir ve li Belarûsê ji bo 10 rojan tatbîqateke mezin a leşkerî çêkir.
Şefê NATO’yê got, ”Ev, ji bo ewlehiya Ewropayê gaveke talke ye. Hijmara hêzên Rûs zêde dibe û ji bo êrîşeke pêkan dema hişyariyê zêde kêm dibe.”
Stoltenberg diyar kir ew ê hemû tifaqan biparêzin û got, ”Êrîşeke nû ya Rûsyayê (ya li dijî Ukraynayê) wê hebûna NATO’yê kêm neke, bike ku hêzên wê zêde bibin.”
Stoltenberg diyar kir wezîrên berevaniyê yên NATO’yê heftiya bê wê nîqaş bikin bê ka ewlehiya eniya rojhilatê başûr a Tifaqê zêde bikin yan na, bi vê çarçoweyê ji bo herêma Deryaya Reş Rûsya jî wê hêzeke taktîk çêbike. Fransa jî wê tevlî yekîneya leşkerî ya taktîk bibe.
Gelek endamên NATO’yê diyar kirin ew ê bi zêdetir derfetan tevlî heza reaksyiona bilez a NATO’yê bibin. Li gorî Johnson Kralîyeta Yekbûyî 350 leşker şandine Polonyayê û berpirsyariya yekîneya taktîk a Estonyayê bide ser milê xwe. Johnson got, ”Em di dema herî taloke de ne” û got, Rûsya ji bo çalakiyeke leşkerî pêk bîne ”bi min, biryar aye”. Johnson got, ”Lê ne dûrî êqil e ku bilez bobelatek bibe.”