Serdozgerê Eyaleta Oaxacayê Arturo Calvo diyar kir ku Heber Lopez Vazquez ê ku ji malpera nûçeyan a Noticias Web re dixebitî, li hundirê wesayita xwe bi êrişeke çekdarî hate kuştin.

Meksîka ji bo rojnamevanan weke yek ji welatên herî xetere yên cîhanê tê dîtin. Li gelek eyaletên welêt, kartelên narkotrafîkê êrişî rojnamevanan dikin. Tê gotin, ji destpêka salê û vir ve herî kêm 5 rojnamevan hatine kuştin. Sala 2021’ê 7 rojnamevan hatibûn kuştin.

Herî dawî li Eyaleta Baja Californiayê 23’ê Çileyê rojnamevaneke jin Lourdes Maldonado Lopzez di wesayita xwe de bi êrişeke çekdarî hatibû kuştin.

Li gorî daneyên Komîsyona Mafên Mirovan ji destpêka sala 2000’î û vir ve derdora 100 rojnamevan hatin kuştin.