Li bajarê turîstîk ê çiyayî yê Petropolîsê ya li nêzî Rîo de Janeîro ji bi nav saetekê de barana tevahiya meha sibatê hat.

Li gorî zanyaran ev rûdan ji ber germbûna  global in, ji ber vê jî mitaleyan dikin rûdanên wiha zêdetir bibin. 

Li Brezîlyayê ji ber ku bajar jî çawalêhate hatine danîn lehîd raedibe û û erd dişeqite.

Li gorî bîlançoya nû li Petropolîsê ku nifûsa wê 300 hezar e bi kêmanî 94 kes mirine, 35 kes jî winda ne.

Hikûmeta Brezilyayê hişyarî da û got dibe ku li vê herêma çiyayî ya erd dîsa bişeqite.

Çileya 2011’an li Nova Frîbûrgo, Îtaîpava, Teresopolîsê û Petropolîsê ji ber lehiyê 900 kes miribûn.