Di beşa Maps a Googleyê ya nexşeya cîhanê de sînorê Kurdistanê hatine xêzkirin. Di nexşeyê de 4 navendên girîng weke Amed, Qamişlo, Hewlêr û Sinê hatiye destnîşankirin. Her wiha di nexşeyê de Google Amedê weke navenda siyaseta kurdan nîşan dide
Di beşa Maps a Googleyê de nexşeya cîhanê ya ku ji peykê hatiye kişandin heye û di nexşeyê de sînorê Kurdistanê hatine xêzkirin.
Di sînorê ku googleyê xêzkiriye de ji Sêwasê bigire heta Gurgum, Dîlok, Kîlîs, Mûsûl, Kerkûk, Kirmanşah, Îdir, Qers, Erzirom û Erzîngan jî tê de cih digire. Sînorê Kurdistanê ji Îskenderûnê bigire heta Gurcîstan, Eremenîstan û sîronê bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re hatine diyar kirin.
Google Maps li gel nexşeyê bi nivîskî jî Kurdistanê wekî; cihê ku her tim kurd lê bi piranî jiyane û wekî herêmeke aydê kurdan bi nav kiri ye. Google balê dikişîne ser ziman, çand û nasnameya neteweyî ya kurdan û van agahiyan par ve dike: “Kurdistana Hemdem a ku îro wekî rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê), bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê), başûr-rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) û bakurê Sûriyeyê jî (Rojavayê Kurdistanê) ye. Ev nexşe, nexşeyeke ji dîrokê û heta niha herêma ku bi piranî lê kurd jiyaye dide nîşandan.”
Google wekî çar navend ango paytext jî Amed, Qamişlo, Hewlêr û Sinê dide nîşandin. Google Maps balê dikşîne navên van bajaran ên kurdî jî Amedê wekî navenda siyaseta kurd nîşan dide.
Bêguman ev xebateke google yê ya ku beriya niha bi salan hatiye kirin e. Lê naye zanîn ku ji ber çi, çima û ji aliyê siyasî ve jî ji aliyê kê ve ev yek hatiye pêşkêşkirin. Lê rastiye heye kurd sînorê welatê xwe baş dizane û nasîna van sînoran jî wan kêfxweş dike. Lê belê heman kêfxweşiyê em nikarin ji bo dagirkerên Kurdistanê bêjin û li ser tora civakî mirov rastî bi sedan şîroveyên nijadperestî tê.