Li Ewropayê ji ber bahoza Dûdleyê 5 kes miribûn. 48 saet piştî vê bahozê vê carê bahoza Eûnîceyê li peravên Brîtanyayê da. Li Girava Wîghtê leza bayê wekî di saetekê de 148 kîlometre hate qeydkirin. Li vê giravê hemû seferên bejahî, hewayî û behrê hatin betalkirin.
Servîsa Meteorolojiyê ya Brîtanyayê di asta herî bilind de alarma sor da û bang li milyonan Brîtaniyan kir ku bila ji mala xwe dernekevin. Rayedaran diyar kirin di van bûyerên meteorolojîk de dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin.
Li balefirgeha Londrayê jî bi dehan sefer hatin betalkirin. Li welatê Galê hemû seferên otobus û trênan hatine sekinandin. Li Îrlandayê ya ku bahozê lê da, elektrîka 55 hezar malan hate qutkirin.
Piştî Kraliyeta Yekgirtî wê bahoz berê xwe bide Danîmarkayê. Li herêma Bretonya ya Fransayê jî vê sibehê pêlên 4 metreyî çêbûn.
Li Hollandayê jî alarma sor hate dayîn û tê payîn leza bahozê derkeve di saetekê de 130 kîlometre. Li gorî medyaya herêmî hemû seferên balefiran hatine betalkirin. Piştî nîvro jî seferên trênê hatin betalkirin. Li Belçîkayê jî heman tevdîr hatin stendin.