Piştî rageşiya di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de û hişyariyên ku Rûsya wê Ukrayna dagir bike, Rûsyayê ragihand ku dawiya heftiyê wê tetbîqata hêza nukleer bike.
Li gorî nûçeya Assocîated Pressê tetbîqat ji bo ku cebilxaneya nukleer a Rûs, ku yek ji ya herî mezin a cîhanê ye, wê ji bo ku wê bibin welatên din were bikaranîn.
Piştî ku sefîrê Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (REHE) ya DYE’yê ragihand ku Rûsya li ser sînor bi qasî 169-190 hezar leşker bi cih kiriye, Rûsyayê ev agahî ragihand. 30’ê çile hijmara leşkeran 100 hezar bû.
Serîr Mîchale Carpenter got, ”Gelî hevpîşeyan, ji Şerê Cîhanê yê Duyan û wir ve, ev seferberiya herî mezin a leşkerî ya li Ewropayê ye.”
Her wiha Serokê DYE’yê Joe Bîden înê di daxuyaniyê de got ew pê qanih bûne ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar li ser dagirkirina Ukraynayê daye lê ji bo dîplomasiyê jî cih heye.