Li rojhilatê Ûkraynayê 19’ê Sibatê roja Şemiyê alozî gihîşt asta herî bilind. Çavdêran dibêjin, ji ber zêdebûna binpêkirina agirbestê li rojhilatê Ûkraynayê û tetbîqatên Moskowayê yên bi êrişên ji fuzeyên giran, tirsa ji ber dagirkeriya Rûs zêde bûye.
DYE, Moskowayê sûcdar dike ku xwe ji bo êrişa li ser cîranê xwe amade dike. Rayedarekî Pentagonê roja Înê diyar kir ku ji sedî 40 ê 150 hezar leşkerên Rûs ên li ser sînorê Ûkraynayê niha xwe ji bo êrişê amade kirine.
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz jî roja Şemiyê hişyarî da û got, “Şerek gefê li Ewropayê dixwe.”
Di vê çarçoveyê de Fransa û Elmanyayê pêşniyar li welatiyên xwe kirin ku ji Ûkraynayê derkevin û yên li herêmên di bin bandora rîska şer a li rojhilatê welêt de ne, ‘bêyî dereng bikeve’ welêt biterikînin.
Rêxistina Lihevkirina Atlantîk a Bakor (NATO) jî ragihand ku êvara Şemiyê personelên xwe yê li Ûkraynayê ji Kîevê derbasî bajarê Lvîv ê li rojavayê welêt û Brukselê kirine.
Di vê navberê de Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja Şemiyê tatbîqata ‘stratejîk’ a berdana fuzeyên ‘hîpersonîk’ bi xwe kontrol kir. Serokê Kremlînê beriya niha ev çekên nû weke ‘yên nikarin bên têkbirin’ pênase kiribû û îdîa kiribû ku serikên nukleerê dikarin lê bên bicihkirin.