Ji ber gava dawî ya Moskowayê têkildarî rageşiya li ser Ûkraynayê avêt, Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken hevdîtina ku plan dikir bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re bike betal kir.
Blînken li Washîngtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku Rûsyayê dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiriye û ji ber ku Rûsyayê dîplomasî red kiriye, niha lidarxistina civînekê bêwate ye.
Hatibû plankirin ku Blînken û Lavrov roja Pêncşemê li Cenevreyê rû bi rû hevdîtinê bikin.
Blînken anî ziman ku wî ev biryar bi rengekî nivîskî ji Lavrov re ragihandiye. Her wiha bi hevalbendên xwe yên navneteweyî jî şêwirî.
Blînken diyar kir ku bi şertê Rûsya Ûkraynayê dagir neke wî hevdîtin qebûl kiriye û got, “Eger Moskowayê niha biryar li ser dagirkirinê daye û bi temamî li ber dîplomasiyê radibe, hingî wateyek ji bo lidarxistina vê civînê nîne. Ji aliyê prensîbê ve hikumeta DYE’yê ji hevdîtinên dîplomatîk re hîn jî amade ye. Lê belê divê Moskowa nîşan bide ku cidî ye. 24 saetên dawî berevajî vê yekê nîşan da.”