Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yekşemê bi daxuyaniyekê serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê nas kir, ku ev du herêm li rojjhilatê Ukraynayê dikevin û ji aliyê xwe ve komarên xwe ragihandibûn.
Biryar, roja sêşmê ji hêla parlamentoya Rûsyayê ve hate qebûlkirin û yekîneyên Rûs bi navê ‘parastina aştiyê’ ketin herêma bi navê Donbassê.
Dewletên Rojavayî jî eynî rojê biryar li ser jidandinê dan. DYE bi jidandina li ser Rûsyayê daye ber xwe ku Rûsya negihişe derfetên darayî yên Rojavayiyan. Yekîtiya Ewropayê wekîlên Rûs kirin hedefa xwe, Elman jî xeta boriya gazê Nord Stream da rawestandin. Tê payin ji pênçşemê û wir ve biryara lêjidandinê bi cih bên. Bang li Benqeyên Ewropî hate kirin ku li êrîşên sîber guhdar bin.
Wezîrê Karûbarê Derve yê Emerîkayê Antony Blînken aşkere kir bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li hev rûnanin, ku plansaziya wê hatibû kirin du hevta li hev rûnin. Blînken got, ”Ji ber ku dest bi dagirkirinê kirine û Rûsya dîplomasiyê bi rengekî aşkere red dike, ti mane nîne ku em li hev rûnin.”
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn jî diyar kir ew kar in ku bi Rojavayiyan re li çareyên dîplomatîk bigerin lê ‘gotûbêj’ li ser berjeweniyên Rûsya nabe.
Rûsya naxwaze ku NATO heta bi sînorên wê berfireh bibe û endamtiya Ukrayna ya li NATO’yê ji bo xwe weke ‘gefeke rasterast’ dibîne.
Halê hazir ti semselet nînin ku agir daniye. Wezîrê Karûbarê Derve yê Kraliyeta Yekbûyî Lîz Trûss got îhtîmala ku Moskow Kîevê dagir bike zêde ye.
Trûss ji televizyoan Sky News re axivî û got, ”Bi baweriya me îhtîmala bicihhatina plana bi temamî dagirkirina Ukraynayê zêde ye.”