Hêzên Bejahiyê yên Ukraynayê bi daxuyainyeke li ser Facebookê got, ”Seferberî tenê têkilî kesên temanê wan di navbeyna 18-60’an de ye.”

Hêzên Bejahiyê ragihand seferberî vê çarşemê dest pê kiriye û herî zêde wê salekê bidome.

Li Ukraynayê ji bilî 250 hezar kesê ku endamên hezên çekdar ên bipergal in, 200 hezar kes jî berleşker e.

Her wiha hate gotin bêyî sedemeke maqûl kesên ku ber pê nayên ku leşkeriyê bikin wê ji hêla ‘idarî û cezayî’ ve li ser wan were jidandin.

Serokkomarê Ukraynayê Volodmîrî Zelenskî duh gotibû serferberî ne giştî ye.