26ê Cotmehê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
&-Serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo grava Îmraliyê û hevdîtina bi muwekîlên xwe re ya ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, hate redkirin.
&- Ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelemperiya Ewropayê, di çarçoveya pêvajoya berxwedan û seferberiya topyekûn de, îro û sibê li çalakî tên lidarxistin.
&- Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel HPG, Bahoz Erdal diyar kir ku di encama berxwedana gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê de planên dagikeran têk çûne.
&- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 18emîn civata xwe ya giştî pêk tîne.
&- Li Qersê serê sibe Polîsan bi ser gelek malên siyasetmedarên kurd de girtin û gelek siyasetmedar binçav kirin