Li gorî wezareta tenduristiyê ya Ukraynayê ji Pêncşemê û wir ve sê jê zarok bi kêmanî 198 sivîl hatine kuştin û 115 kes birîndar bûne.

Li gorî şaredarê paytexta Ukranayê ‘Şev dîsa wê giran be. Hê jî leşkerên Rûs dixwazin têkevin Kîevê.” Li paytextê heta 8’ê sibehê derketina derve qedexe ye.

Komîseriya Payebilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî: Ji 116 hezaran zêdetir Ukraynî bûne penaber û çûne welatên cîran.

Kampa Rojava biryarên jidandina li ser Moskowayê didomîne û lê difikire ku Rûsya li nav pergala Swîfetê were sînordarkirin an jî derxistin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyan di daxuyaniya xwe de got Yekîtiya Ewropayê li dijî dagirkeriya Rûs wê kirîna çekan a ji hela Ukraynayê ve fînanse bike û û ev ji bo YE’yê gaveke nû ye.

Yekîtiya Ewropayê bi sedema ku tevlî dagirkirina Ukrayna ya bi destê Rûsya bûye, biryar stand ku ji hêla îxracatê ve li ser Belarûsê bijdîne.

Serokê Dîplomasiya Ewropayê Josep Borrell di daxuyaniyê de got welatên endamên YE’yê hazir in ku balafiran bidin hêzên çekdar ên Ukraynayê.

Fransayê bang li welatiyên xwe yên li Rûsyayê kir, bêyî ku bi derengî bikevin ji Rûsyayê derkevin, her wiha bang li Fransiyên li Belarûsê jî kir ku wir biterikînin.

Washîngtonê jî li dijî dagirkeriya Rûsyayê qada xwe ya ezmanî li balafirên Rûs girt û bang li welatiyên xwe kir ku ji Rûsyayê derkevin.

Elmanya, Italya, Fransa, Ispanya jî di nav de gelek welatên YE’yê ezmanê xwe li balafirên Rûs girtin.