Tevgera leşkerî ya ji aliyê Rûsyayê ve di 24’ê Sibatê de hatibû destpêkirin di roja xwe ya 5’emîn de didome. Heyetên Ukrayna û Rûsyayê ji bo danûstandinan çûn sînorê Belarûsê.
Serokê Belarûsê Volodîmîr Zelenskî ku ne di koma muzakereyan de bû, got ku ew ê daxwaza agirbesteke lezgîn û vekişîna leşkerên Rûsyayê bikin.
Zelenskî her wiha bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku “Bêyî ku dem winda bike” Ukraynayê bike endam.
Li hemberî berteka zêde ya welatên rojavayî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Yekşemê hêza xwe ya bi bandor a nukleerî xiste hişyariyê. Washîngtonê bertek nîşan da û got, “Nayê qebûlkirin.”
Artêşa Ukraynayê li qadê ragihand ku wan êrîşên leşkerên Rûsyayê yên li derdora Kîevê pûç kirine.
Paytexta ku dem bi dem bû hedefa mûşekan, hê jî di bin kontrola hêzên Ukraynayê de ye.
Li Kharkîvê ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat e, dengê teqînên dijwar hatin bihîstin. Hêzên Ukraynayê ragihandin ku wan kontrola vî bajarî ji nû ve bi dest xistine.
Bîlançoya şer hê zelal nebûye. Rayedarên Ukraynayê diyar kirin ku derdora 200 sivîl û bi dehan leşker hatine kuştin. Hat ragihandin ku di nav miriyan de 16 zarok hene.
Rûsyayê ji destpêka şer û vir ve cara yekem qebûl kir ku kuştî û birîndarên wê hene, lê hejmar neda.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdetirî nîv milyon Ukraynayî bûne penaber. Hat ragihandin ku nîvê wan xwe spartine Polonyayê û herikîn berdewam dike.
Rûsyayê ji bo bersiv dayina cezayên welatên rojavayî, qada xwe ya hewayî ji 36 şîrketên hewayî ku di nav de Fransa, Elmanya, Kraliyeta Yekbûyî û Kanada hene re girt.