Hat ragihandin ku êrîşên Rûsyayê yên li ser metropola Kharkiv a li rojhilatê Ukraynayê heta derengiya şevê dewam kirin. Ajansa Ukrinform radigihand ku yekîneyên Rûsî navendên tirafoyê teqandiye. Tê gotin ku ev yek dibe sedema pirsgirêkên elektirîk û avê. Ajansa Unian ragihand ku qatên jorîn ên du avahiyên bilind hatine hilweşandin.
Serfermandariya Ukraynayê li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku rewş aloz e. Yekîneyên Rûsî di 24 saetên borî de ji nû ve kom bûne, wesayitên zirxî û top kom kirine, bi taybetî ji bo dorpêçkirin û kontrolkirina Kîev û bajarên din ên sereke yên Ukraynayê. Li gorî dîmenek yê peyka şîrketa Maxar a Emerîkî, stûnek ji wesayitên zirxî, tanq, top û wesayitên eskortê bi qasî 65 kîlometreyan li ber Kîevê nîşan didin.
Artêşa Ukraynayê jî îdia dike ku yekîneyên Belarûs ber bi Ukraynayê ve pêşve diçin. Serfermandariya Giştî got: “Hin yekîneyên ji pêkhateyên herî amade yên şer ên Hêzên Çekdar ên Belarusyayê dest bi tevgerê kirin û ber bi sînorê dewleta Ukrayna ber bi herêma Volyn li bakurê rojavayê Ukraynayê ketine nava tevgerê.”
Serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky di peyama xwe ya bi dîmen de got:”Dewleta ku sûcên şer li dijî sivîlan bike nikare bibe endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.”
Bûyerên çend saetên dawî:
*Wezîra Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock ji bo ku li civîna awarte ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî şer biaxive, îro bi balafirê diçe New Yorkê.
*Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şer de zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan e. Di nava kesên jiyana xwe ji des dane de herî kêm heft zarok hene.
*Dewleta Tirk di şert û mercên “dema şer” ya di Peymana Montro ya sala 1936’an de derbasbûna keştiyên şer ji Bosforê qedexe dike.
*Dadgeha Ceza ya Navnetewî dixwaze li ser sûcên şer ên li Ukraynayê lêpirsînê bide destpêkirin. Serdozger Kerîm Khan got ku lêpirsîn dê “wê di demek herî nêz de ” were destpêkirin.