Di çarçoveya plana lezgîn de wê penaberên ji Ûkraynayê heta sê salan karibin li Yekîtiya Ewropayê bimînin.

Li gorî ajansa penaberan a NY di demên pêş de dibe ku 4 milyon kes ji welat derkevin û ji roja ku Rûsyayê êriş dest pê kiriye û heta niha 875 hezar kes ji Ûkraynayê derketine.

454 hezar kes çûne Polonyayê, 116 hezar kes çûne Macaristanê, 67 hezar kes çûne Slovakyayê, 45 hezar kes çûne Romanyayê û 79 hezar kes jî çûne Moldovayê.

Li gorî plana YE tê payîn ku roja Pêncşemê ji aliyê welatên blokê were pesendkirin heta salekê hemwelatiyên Ûkraynayê wê karibin li welatan bimînin û heta penaber bi awayekî ewle nikaribin vegerin ev statu heta du salan dikare were dirêjkirin.

Hemwelatiyên Ûkraynayê heta 90 rojan bê wîze dikarin biçin YE.

Ev pêşniyaz xwe dispêre qanûneke di sala 2001’an de ya ku piştî şerê Balkanan hatibû amadekirin.