Piştî operasyona Rûsyayê ya 24’ê Sibatê ya li dijî Ukraynayê, ji roja Pêncşemê û şûnde nirxê her bermîlek petrola WTI ya Emerîkî ji 115 dolarî derbas kir. Ew ji sala 2008’an û vir ve astek rekorê nîşan dide.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îrna’yê, wezîrê petrolê yê Îranê Cewad Ocî got: “Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku rêjeya berhem û hinardina xwe ya petrolê bigihîne asta dema beriya Mijdara 2018’an.
Emerîka di 5’ê Mijdara 2018’an de, çend meh piştî vekişîna Îranê ji peymana nukleerî ya sala 2015’an, cezayên giran li dijî sektora petrolê sepandibû.
Tê diyarkirin ku di van rojên dawî de di muzakereyên li Viyanayê de ji bo rizgarkirina peymanê pêşketin çêbûne.
Ocî wiha got: “Ez soz didim ku di nav 1-2 mehan de ji dema ku ronahiya kesk ji Viyana were dayin,
em bigihijin kapasîteya hinardeya herî bilind a petrolê.”
Wezîrê Petrolê her wiha got: “Piştî rakirina pêkanînan, Îran dikare pişka xwe ya hinardekirinê ya di bazara cîhanî de ji aliyê teknîkî û operasiyonî ve bi îstîqrar bike.”
Wezîrê Petrolê roja 6’ê Sibatê gotibû ku welatê wî xwedî kapasîteya hinardekirina 2,5 milyon bermîlên petrolê ye û rojane 4 milyon bermîlên petrolê berhem tîne.”
Îran di cîhanê de xwediyê sêyemîn mezintirîn rezervên petrolê ye. Di sala 2020 de, di nav rêxistina welatên hinardekarên petrolê OPEP de ew wekî hilberîner di rêza pêncemîn de bû.