Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di serê hefteyê de xwestibû bila Moskova dawî li şer bîne û Konseya Mafên Mirovan jî derbarê binpêkirinên mafên mirovan biryarek stend.

Di dengdanê de 32 welatan biryara erê dan, Rûsya û Eritreyê dengê na dan û 13 welatan jî dengê xwe diyar nekirin. Venezuela, Kuba, Çîn, Hindistan û Pakistanê dengê xwe diyar nekirin.

Di dîroka xwe de konseyê cara pêşîn Rûsya kir hedef. Di teksta biryarê de ‘Binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber êrişkariya Federasyona Rûsyayê didome û êrişên li ser van mafan’ hate şermezarkirin.

Di biryarê de bang hate kirin ku divê yekîneyên Rûs û komên çekdar ên ku Rûsya piştgiriya wan dike, ji axa Ukraynayê vekişin.

Hate xwestin komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî û serbixwe were avakirin. Di lêpirsînê de wê delîlên binpêkirina mafên mirovan ên ku Rûsyayê kirine werin berhevkirin.