Rûsyayê, ku ji ber şerê Ûkraynayê dewletên Rojavayî pêkanîn lê ferz kiriye, ji DYE’yê xwest ku ev pêkanîn bandorê li hevkariya wan a bi Îranê re neke.

Beredevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzade diyar kir ku li ser daxwazên Rûsyayê ew ji Moskowayê li benda “detayan” e.

Berdevkê Îranî li Tehranê di civîna çapemeniyê ya heftane de anî ziman ku ew ji medyayê hîn bûne ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di mijara peymana nukleerî de daxwaza garantiyê kiriye. Berdevk got, “Em li bendê ne ku bi rêyên dîplomatîk detayan werbigirin.”

Peymana nukleerê sala 2015’an di navbera Îranê û DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Elmanyayê de hatibû îmzekirin. Lê belê DYE dema ku ji aliyê Donald Trump ve dihate birêvebirin, sala 2018’an bi rengekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû û pêkanîn li ser Îranê ferz kiribû. Tehranê jî weke bersivdanê qonax bi qonax sozê di çarçoveya peymanê de dabû betal kiribû.

Danûstandinê ku li Viyanayê têne kirin jî bi armanca vegera Washîngtonê ya li peymanê ye. DYE bi rengekî neyekser tevlî danûstandinan dibe.