Roja Yekşemê bang li 39 milyon hilbijêrî hate kirin, ku ji bo hilbijartina 296 endamên Senato û baskê jêrîn ê Parlamentê dengê xwe bidin.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro ku derbasî ‘Pêşverûtiya demokratîk a civakî bû” di hilbijartinê de bi ser ket. Pakt a Dîrokî ku rêxistiniyeke çepgir e, li hemberî desthilatdariya rastgir encameke dîrokî bi dest xist.

Pakt a Dîrokî li Senato ya ji 102 kursiyan 17 endam bi dest xist û derkete pêşiya hemû hêzên din ên kevneşop.

Li baskê jêrîn ê parlamentê jî koalîsyona çepgir ji 165 kursiyan 25 kursî bi dest xist û cihê xwe di rêza duyemîn de girt. Partiya Lîberal 32 kursî bi dest xist û bû partiya yekemîn.

Partiya ‘Navenda Demokratîk’ a Serokkomarê rastgiriya tund Îvan Dûqûe derbeke giran di hilbijartinê de xwar. Navenda Demokratîk sala 2018’an di hilbijartinan de temsîliyeta herî bilind li Senatoyê bi dest xistibû.

Gûstavo Petro piştî ku encam hatin eşkerekirin got, “Pakt a Dîrokî di dîroka Komara Kolombiyayê de encama herî pêşverû ya baş bi dest xist.” Petro got, “Em li ber wê yekê ne ku di tûra destpêkê de di hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser bikevin.” Hilbijartinên Serokkomariyê wê 29’ê Gulanê bê kirin.

Di hilbijartinan de wê Îvan Dûqûe ji nû ve nebe namzet. Hikumeta muxafazakar a ku ji ber nelirêtiyê bûye cihê nerazîbûnan divê namzetekî nû diyar bike.