Zelenskîy di peyama xwe ya bi dîmen de got, “Divê em ji bo bidestxistina aştiya ku Ûkrayna heq dike, aştiyek rast û ewledar a ku ji bo dewlet û gelê me tê garantîkirin bejna xwe netewînin û têbikoşin. Her wiha divê em wana bi nivîskî di danûstandinên dijwar de binivîsin.”

Zelenskîy da zanîn ku di navbera heyetên Rûsya û Ûkraynayê de vîdeokonferansê destpê kiriye û berdewam dike û got, “Hemû kes li benda agahiyan e” û wê danê êvarê careke din li ser mijarê biaxivin.

Yek ji muzakerekeran Mîhaîlo Podolîak, beriya Zelenskîy di daxuyaniyekê de got ku her çiqasê têkilî bi Moskovayê re tevlihev e, lê heye û destnîşan kir, “Sedema nakokiyên me ew e ku pergalên me yên siyasî yên pir cuda hene.”

Li qadê bomberdûman û pevçûn didomin. Gelek bajar, di nav de paytext Kîev, di bin dorpêça artêşa Rûsyayê de ne.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di civîneke rojnamevanî ya li Cenevreyê de ragihand ku ji 24’ê Sibatê ve herî kêm 630 sivîl hatine kuştin û zêdetirî 1100 sivîl jî birîndar bûne.