Pakistanê pêşniyaz kir ku bila 15’ê Adarê wekî Roja Têkoşîna Li Dijî Îslamofobiyê were qebûlkirin. Ev pêşniyaz li Civata Giştî bi konsensusekê hate qebûlkirin.
Di tekstê de tê diyarkirin ‘li ser esasê ku li hemberî mafên mirovan û cihêbûna dîn û baweriyan rêz were girtin û ji bo teşwîqkirina çanda aştî û xweşxaziyê, divê diyaloga global û hewldanên navneteweyî werin xurtkirin.’
Di biryarê de tê diyarkirin ku ew şîddeta li hemberî kesên li ser rêya dîn û baweriyan û êrişên li ser mekanên olî û tirbeyan jî şermezar dikin.