Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Ned Price di mijara danûstandinên li Viyanayê de yên li ber mijara nukleerê ragihand ku ew “nêzî lihevkirineke gengaz in.” Price diyar kir ku lihevnekirinên bi Îranê re her çend “demeke kurt” jî mabe, ew bawerin ku dikarin çareser bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha berdana du kesên Îngiliz-Îranî yên ji aliyê Tehranê ve silav kir û bang kir, “Welatiyên Emerîkî yên bi rengekî neheq girtî ne, ji bo berdana wan tavilê gav bê avêtin.”