Di krîza Rûsya-Ûkraynayê de şer û danûstandin bi hev re dewam dikin. Serê vê sibehê li bajarê Lvîvê teqîn çêbûn. Şaredarê bajêr diyar kir ku êriş li ser herêma balafirgehê hatiye kirin.

DORPÊÇA LI SER MARÎÛPOLÊ DEWAM DIKE

Dorpêça li ser bajarê Marîûpolê jî dewam dike, ku bajarekî stratejîk ê bendergehê ye. Rayedaran diyar kirin ku di nava hefteyekê de 30 hezar kes ji bajêr hatine derxistin. Li gorî îdîayên rayedarên Ûkraynayî, avahiya şanoyê ya ku bi sedan kes lê bûn roja Çarşemê hate bombekirin. Nehate eşkerekirin ku ji ber bombardûmanê çend kes mirine.

JI SEDÎ 80 Ê AVAHIYAN HILWEŞIYAN

Şaredariya Marîûpolê ragihand ku bombardûmana Rûs a “bênavber” û hilweşîna “mezin” kiriye ku rewş “krîtîk” bibe. Li gorî texmînên destpêkê ji sedî 80 ê avahiyên li bajêr hilweşiyane. Ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehate piştrastkirin.

RÛSYAYÊ DONBASS WEKE QADA LI FIRÎNÊ QEDEXE, RAGIHAND

Rûsyayê her wiha herêma Donbas weke qade li firînê qedexe ragihand, ku li vê herêmê Donetsk û Lûhansk hene ku bi rengekî yekalî xwe weke komar ragihandin û alîgirê Moskowayê ne. Daxuyanî ji aliyê rayedarên Donetskê ve hate dayin.

ZELENSKIY: HERÊMÊN ESASÎ HÎN DI DESTÊ ME DE NE

Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy diyar kir ku herêmên esasî û krîtîk ên ku hêzên Rûs hewl didin bi dest bixin, hîn jî di bin kontrola wan de ne.

3.1 MILYON MIROV KOÇBER BÛN

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer û vir ve 3.1 milyon mirov ji Ûkraynayê derketin.

LI QADA DÎPLOMATÎK ÇI DIQEWIME?

Li eniya dîplomatîk jî sûcdariyên ku Rûsyayê bi sûcê şer tewambar dikin, zêde dibin. Wezîrên Karên Derve yên G7 daxuyanî dan û gotin, “Kiryarên sûcê şer ê li Ûkraynayê wê li pêşiya edaletê ya navneteweyî hesab bidin.” Serokê DYE’yê Joe Bîden yekemcar ji bo Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn got, “Sûcdarê şer e”.

Kongreya DYE’yê jî ragihand ku ew amade ne statuya bazirganiyê ya Rûsya û Belarûsê di ber çavan re derbas bikin. Ev yek jî wê bibe sedema rûdana buhayê gumrukê yê ji bo cezakirinê.

Rûsyayê her wiha li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşî li erêkirina biryarek têkildarî şerê li Ûkraynayê girt. Moskowayê nerazîbûn nîşanî pêşniyarkirina pêşnûmeyekê kiribû ku êrişa li ser sivîlan red dike.

Li gorî nûçeyên medya rojavayî ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên dîplomatîk, Rûsyayê ji hevalbendên xwe yên nêz mîna Çîn û Hîndistanê nekarî piştgiriyê werbigire. Tê payin ku Serokê DYE’yê û Serokkomarê Çînê vê Înê li ser rewşa li Ûkraynayê hevdîtinekê bikin.