Li gorî televîzyona cemaweriyê, balafira rêwiyan li nêzî bajarê Wuzhuyê kete xwarê ku li başûr rojavayê welêt e.

Bîlançoya ketina balafira şîrketa China Eastern hînê nehate eşkerekirin.

Hate ragihandin ku balafir li gorî dema herêmê saet di 13:00 de ji bajarê Kunmingê rabû û ber bi bajarê Cantonê ve diçû ku bi 1300 kîlometre dûr bû.

Rêveberiya hewakariya sivîl ragihand ku pêwendiya bi balafirê re li bajarê Wuzhuyê li herêmeke çiyayî qut bû. Di daxuyaniya nivîskî de hate piştrastkirin ku balafir ketiye û komeke rizgarkirinê ber bi herêmê ve hatiye şandin.

Li gorî agahiyan di balafirê de 123 rêwî û 9 personel hebûn.

Televîzyona cemaweriyê CCTV ragihand ku piştî balafir ket li çiyayekî şewatê rû da.

Li Çînê qezayên balafiran kêm rû didin. Di nava bi dehan salî de trafîka hewayî bi pêş ketiye û tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin.

Qezaya herî dawî ya mezin sala 2010’an rû da û nêzî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.