Wekîl Jamîe Parker ji Partiya Kesk û wekîl Stephen Balî ji Partiya Karker pêşengiya resepsiyonê ya li eyaleta başûrê rojhilat a welêt kirin.

Wekîlên Partiya Keskan, Karkeran, Demokratên Xiristiyan û serbixwe tevlî resepsiyonê bûn. Li gel 15 wekîlan, hiqûqnas û akademîsyne jî ji bo resepsiyonê hatibûn vexwendin.

Parker di axaftina xwe de got bi Kurdî got, ”Newroz pîroz be” û behsa zext û zordariya li ser Kurdan kir.

Parker got ew hêvî dike Newroz aştiyê bîne Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

Ji Partiya Karker Balî jî got,”Ez heyranê wê biryardariya Kurda me ku ji bo azadiya xwe didin” û destnîşan kir Kurd li gel zext û zordariyan jî bi paş ve gav navêjin.

Di resepsiyonê de nûnerên Kurd jî axivîn û Newroz pîroz kirin. Di bernameyê de koma folklorê ya Roja û Rojava jî govend gerandin.