Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir wê li Bûlgaristan, Macaristan, Romanya û Slovakyayê çar komên din ên taktîk bi cih bikin û got “Bi van komên taktîk re wê helwesta parastinê were xurtkirin û biryarê bidin ku koma taktîk a ji Baltikê heta Behra Reş bikin heşt.”
Serokê DYE’yê Joe Bîden jî ji bo ku welatên Ewropayê bikişîne ba xwe dest bi tûra dîplomasiyê kir. Bîden wê li Brukselê roja Pêncşemê bi rêveberên NATO, G7 û Yekîtiya Ewropayê re rûne.
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî ji CNN Internatîonalê axivî û diyar kir heke li ser wan ‘gefeke hebûnê’ çêbibe wê çekên nukleer bi kar bînin.
Rûsya ji bo gaza ku difiroşe Ewropayê wê dolar û eûroyan jî qebûl neke. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo ku rayedarên Rûsyayê pergala nû ya rûble pêk bînin, hefteyek dem da.
Li qadê jî şer gur dibe. Taxeke li bakurê rojavayê Kîevê hate bomberdûmankirin. Bajarê Marîûpolê jî roja Sêşemê du caran hate bomberdûmankirin. Li gorî Serokkomarê Ukraynayê Zelenskyî li Marîûpolê hê jî 100 hezar sivîl hene.