Nûnera Encumena Sûriyeya Demokratîk ya li Misrê Leyla Mûsa derheqê girîngiya hebûna Encûmeniya Sûriya Demokratîk a li Misrê got,”Hebûna Nûneratiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Misrê bandoreke mezin li hawîrdor kir, ku bi gelê Misrê girêdan û danûstandineke rasterast û pêwendiyên xurt pêk anî û nerîn û dîtaneyên cuda cuda nêzî hev kir. Herwiha ew ji bo gihandina rastiya projeya Encûmena Sûriyeya Demokratîk ji gelê Misrê re şansekî mezin bû”
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hevdîtineke taybet bi Nûnera Encumena Sûriyeya Demokratîk ya li Misrê Leyla Mûsa re kir. Leyla Mûsa têkilî pîrozkirina Newrozê ya li Qahîreyê got,”cejna gelê Misrê ya Şem Elnesîm û cejna gelê Kurd ya Newrozê nêzî hev e. Herdû bi du navên cuda têne binavkirin, lê rêûresmên wan heya asteke mezin nêzî hev e. Ev yek ji me re wê yekê diyar dike ku pêwendiya di navbera herdû gelan de pir xurt e.”
Di nava hevdîtinê de Nûnera Encumena Sûriyeya Demokratîk bersiva hin pirsên me da, di derbarê rewşa Sûriyeyê û ragihandina şandeya navnetewî ya ji bo pêkanîna civîna heftemîn a Komîteya destûrî li Sûriyeyê de, herwiha nerîna di derbarê serdana rêjîma Sûriyeyê ji Îmarat re, nerîna gelê Misrê û hikûmeta wê li ser rewşa Sûriyeyê, helwesta Misrê û ya herêmî di derbarê rêjîma Tirkiyê ya nû de. Ya herî giring jî nerîna wê ya li ser rewşa Misrê ye, bi derbaskirina salekê li Qahîreyê.
Hevpeyvîna bi Leyla Mûsa re hatî kirin:
We li Qahîrayê şahî ji bo cejna Newrozê ya îsal lidarxist, gelo sembola wê şahiyê çi bû û vê heya çi astê bandor li qada Misrê kir ?
Newroz li cem gelê Kurd gelekî bi nirx, wetedar û pîroz e, ku her sal vê cejnê di adarê de pîroz dikin û şahiyan li dar dixin. Ev cejna pîroz ji aliyekî ve yekbûyîna bi xwezayê re pêk tîne û ji aliyekî din ve jî nûbûnê pêk tîne, herwiha aşîtî, aramî û hezkirinê nîşan dide, hemî awayên koledarî û zoredariyê dişkîne û çanda biratiya gelan û hevjiyana azad li tevahiya gelên cîhanê belav dike. Li ser vê bingehê pîrozbahiya me bi gelê Misrî û gelên Ereb ên dîtir re li Misrê pêk hat, ev yek jî di çarçoveya xurtkirina hejiyana azad ya di navbera me de û ji bo belavkirina aşîtî, hezkirin û wekheviyê di navbera gelan de bû. Pêwîstiya me pir bi vê yekê hebû, ji ber ku herêm di nava rakêşan û kirîzine pir mezin de ye, êdî newrozê careke din ji me re ew yek destnîşan kir ku herçendî cîhan tijî zor û zehmetî bibe. Lêbelê çirûska hêviyê wê qet venemire û wê serdem careke dîtir geş û ronî bibe û hemî qeyd û zincîrên koledariyê jî bêne şikandin. Herçendî zordarî, zehmetî û serdestî li cîhanê belav bibe, lê di dawiya dawî de wê mirov li xwezaya xwe vegere û ji bo azadiyê wê serî rake. Cejin ji gelan re navgîneke giring e, ku tevahiya gelan li hev vedihewîne û girêdana çandî di nava gelan de pêk tîne.
Dîroka Cejna Newrozê û cejna Şem Elnesîm ya gelê Misrî nêzî hev e, heya çi radeyê hûn li rewşa çandî ya di navbera gelê Misrî û gelê Kurd de berçav digrin û heya çi astê bandora vê yekê li rewşa siyasî ya niha heye?
Belê dîroka cejna gelê Misrê ya Şem Elnesîm û cejna gelê Kurd ya Newrozê nêzî hev e. Herdû bi du navên cuda têne binavkirin, lê rêûresmên wan heya asteke mezin nêzî hev e. Ev yek ji me re wê yekê diyar dike ku pêwendiya di navbera herdû gelan de pir xurt e û vedigere berî hezarê salan û çandên herdû gelan ji yek çavkaniyê ye. ji ber vê yekê nerînên wan nêzî hev e û gelek tiştên hevbeş di navbera wan de heye.
Di nava rojên derbasbûyî de te sala xwe ya yekemîn di Nûnertiya Encumena Sûriyeya Demokratîk li Misrê bidawî kir, tu çawa wê demê dinirxînî û heya çi astê bandaora wê li ser pêwendiyên Misrê û Sûrî bi giştî û bi taybet bi Rêveberiya Xweser re hene?
Di heman dema ku Rêveberiya Xweser ya li Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê û Encumena Sûriyeya Demokratîk ji aliyê medyayên rêjîma Sûriyeyê û muxalefeta wê ya ku ji Tirkiyê piştgirtiyê digire rastî êrîşeke tund ve tên. Armanca wan jî ew e ku rastî û destkeftiyên Rêveberiya Xweser û gelê Kurd li Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê tevde têk bibe. Hebûna me li qada Misrê û bi pêkanînna hevdîtinan bi kesayetên siyasetmetar, ekademîk, ragihêner, diblomasî û saziyên civaka sivîl û pêkhateya Ereb li Misrê bandoreke erênî pêk anî, ku rastiya projeya Encumena Sûriyeya Demokratîk ber biçav kir. Ji ber vê yekê em dibînin ku vebûn û qebûlkirineke mezin ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Encumena Sûriyeya Demokratîk heye.
Dewleta Misrê di gelek waran de tekezî li ser rijdbûna xwe ya ji bo paşvebirina operasiyona siyasî li Sûriyeyê kir, gelo te çawa ew pêngav nirxand û di vê çarçoveyê de çi ji Misrê tê hêvîkirin?
Dewleta Misirê ji destpêka kirîza Sûriyeyê bi roleke erênî radibe û xwedî helwesteke stratejîk û zelal e û helwesta wê bi daxwazên gelê Sûriyeyê re heman nerîn e, ku ji bo parastina Serokatiya Sûriyeyê rêya guftûgo û diplomasiyetê hildibjêre. Misir dewleteke vekirî ye û hemû pêkhateyên Sûriyeyê vedihewîne nav xwe, ji ber vê yekê hêviyên gelê Sûriyeyê di Misir de hene.
Şanderê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen roja Yekşemê ragihan ku wê civîna Komîteya Destûrî ya Sûriyê ya heftemîn di vê hefteyê de destpê bike. Nirxandina te li ser vê pêngavê çi ye û Rêveberiya Xweser li ku derê ma?
Li gor dîtinên heyî yên ku ji me re wê yekê destnîşan dike ku Komîteya Destûrî bi awayê xweyî heftemîn wê ji me re tiştekî nû durist nekin û wê ne dûrî awayên xweyî berê bin. Ji ber ku ta niha helwestên wê nehatine guhertin û astengî û nakokiyên berê hê jî berdewam dikin, bi vê yekê rewşa Sûriyeyê aloztir dibe. Di nerîna min de sedema israra Civaka Navdewletî ya ji bo pêkanîna danûstandinên bê sûd tê di çarçoveya hewlên wê yên ji bo zindî hiştina vê desteya siyasî ji bo qeyranê bi rê ve bibe. Jixwe da ku ev komîte çareseriyekê ji kirîzê re peyda bike, pêwîst e ku hemû pêkhate û gelên Sûriyeyê bigre dest û dest ji hişmendiya dûrxistinê berde. Rêveberiya Xweser ya li Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê ji me re diyar kir ku ew ji bo kirîza Sûriyeyê û gelê wê baştirîn çareserî ye û şansekî mezin e, herwiha Rêveberiya Xweser bûye parçeyek bingehîn ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê. Civaka Navdewletî û Komîteya Destûrî jî vê yekê baş dizane.
Nerîna we di derbarê serdana rêjîma Sûryeyê ji Îmarat re çi ye û hûn serdana şêx Mihemed bin Zayid li Misrê çawa dinirxînin?
Dibe ku armanca van serdanan ew be vegera Sûriyeyê weke eksena xwe ya erebî û ji bo aktîvkirina rola ereban di kirîza Sûriyê û aktîvkirina dosyaya Sûriyê be, lê di rewşa niha de ji ber kirîza Ukayina û Rûsiyayê ne pêkan e.
Cîhan jî li hêviya civîna bilind a Ereban e ku wê li Cezayîrê bê lidarxistin. Gelo di vê çarçoveyê de wê çi were guhertin û gelo Rêveberiya Xweser ji bo gihandina dengê gelên herêmên bakûr-rojhilatê Sûriyeyê bi Komkara Erebî re danûstandinê dike?
Di derbarê lidarxistina civîna bilind a Ereban ya ku wê di 3’ê Adarê de pêk bihata, lê ji ber tevlîbûna rewşa heyî hate paşxistin. Û derbarê pirsa te ya dwemîn de, belê Rêveberiya Xweser ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bingehîn e ji ber ku ew jî parçeyek ji vê pirsgirêkê ye. kirîza Sûriyê rastî rewşek rawestanê hatiye û ne dagirkirina wê ji erka dewletên çalak e û di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji ber mijûlbûna wê bi mijarên rasterast bi ewlekariya wê ya niştimanî ve. Bi vê yekê kirîz dirêjtir û aloztir bû. Weke hûn jî dizanin, pêwîstiya dosyaya Sûriyeyê bi lihevkirineke xwecihî, herêmî û navdewletî heye, ku heta niha hemû nehatine berdest kirin. Di baweriya min de tevgerên Komkara Erebî wê bi tevgerên herêmî û navneteweyî re li hev bikin.
Di warê danûstendina we bi gelê Misirê re, ku di nav wan de siyasetmedar, balyoz û rewşenbîr jî hene, nêrîna wan derbarê Rêveberiya Xweser de çi ye û gelo hebûna nûneratiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk bandor ev mijar guhert?
Helbet hebûna Nûneratiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Misrê bandoreke mezin li hawîrdor kir, ku bi gelê Misrê girêdan û danûstandineke rasterast û pêwendiyên xurt pêk anî û nerîn û dîtaneyên cuda cuda nêzî hev kir. Herwiha ew ji bo gihandina rastiya projeya Encûmena Sûriyeya Demokratîk ji gelê Misrê re şansekî mezin bû. Bi awayekî giştî em dibînin ku pejirandin û baweriyeke gelêrî bi destkeftiyên hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re heye. Ji ber ku hêzên (QSD) bi roleke bingehîn ji bo bidawîkirina terorîzmê û bicîanîna ewlehî û aramiya navdewletî rabûn.
Pirsên herî girîng ên ku hûn di destpêka civînan de li Qahîreyê dibihîzin çi ne û gelo naveroka wan pirsan cuda ye an jî di heman çarçoveyê de ne?
Sûriyeyê li cem gelê Misrî û hikûmeta wê xwedî giringiyeke mezin e û li ser vê bingehê hemî kêlî bi kêlî rewşa Sûriyeyê dişopînin, herwiha di hemû hevdîtinên wan bi me re bi giştî behsa rewşa Sûriyeyê, pêşeroja wê û çawaniya derketina ji vê kirîzê dikin.
Rewşa Tirkiyê û rêjîma wê li hemû herêmê pirsgirêkeke ye û li ber çavê vê hevpariya dijwar ji bo rûbirûbûna hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo serweriya xwe li derdora xwe ya herêmî bike, çi dikare bê kirin û tu çawa siyaseta tevgera Misrê ya ber bi wê mijarê ve çawa dinirxînî?
Misir di mijara dosyaya Tirkiyeyê de bi hişmendiya xwe ya siyasî û nêrîna xwe ya stratejîk ve dihate naskirin û ji ber şopandina wê ya rast ji siyaset û stratejiya Tirkiyeyê ya derbarê herêmê de diyalogên Tirkiyê-Misrê wekî “turên lêgerînê” bi nav kir. Di nerîna min de Tirkiyê ew yek baş naskir ku heya sozên xwe bi cih neyine û tevliheviyê bike wê nikaribe danûstandinan bi Misrê re pêk bîne û wê nikaribe destwerdanê di karûbarên Misrê û dewletên Ereb de bike. Ji ber ku Misirê wê li hember pilanên wê ên dagirkeriyê derkeve. Em hemû bercewendiyên Tirkiyê yên berfireh nas dikin, ew hertim bi rêya degirkeriya xwe û komên terorîst hewl dide ku imbratoriya Osmanî ji nû ve zindî bike. Ji ber vê yekê divê tevahiya gelan û hemû hikûmet ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê ji herêmê re bixebitin û mil bi mil li dijî pilan û komployên dagirkeriyê rabin û têbikoşin.
Piştî borandina we salekê li Misrê, gelo taybetmendiyên herî girîng ên ku hûn li wir hez dikin çi ne?
Wekî tê naskirin Misrê weke ‘Dayika Cîhanê’ tê binav kirin, belê ev nav vala vala lê nehatiye kirin. Dixwazim wê yekê bêjim û li ser xaleke pir giring bisekinim, ku Misirê hemû gelan vedihewîne nav xwe bêyî cudahî û ezezîtî û wan weke gelê Msrî dibîne. Dilnizmî û ruhê gelê wê yê civakî ku her kesî qebûl dike û dipejirîne, derfetekê ji her kesî re durist dike ku bi rehetî mirov bi gelê Misrê re tê girêdan.
Çend roj û miletê îslamî wê heyva pîroz a Remezanê pêşwazî bike. We Remezana dawî çawa dît û girîngtirîn rêûresmên Remezanê yên ku we ji gelê Misrê hez kir çi ne?
Ji bo vê ez heyva Remezanê li tevahî gelan pîroz dikim û hêvî dikim ku aşîtî û aramî tevahî cîhanê pêk were. Weke hûn dizanin ayînên cejnê yên meha pîroz a Remezanê li cîhana Îslamê pir nêzî hev in, lê li Misrê çêjeke wê ya taybet heye ku bi hatina vê heyva pîroz hemû gelê Misrî li gel malbat û hevalên xwe vedihewin û vê heyvê weke nêzîkbûyîn û belavkirina dilovanî û hezkirinê dibînin. Jixwe ya balkêş ew e diyardeyên pêşwazîkirinê ne ku bi rêûresmên taybet û bi xemilandina cihên cihêreng pêşwaziya vê meha pîroz dikin, herwiha ji bo sihûrê jî atmosfereke pir taybet ji bo îftar û suhûrê durist dikin, ku dinyaya giyanî û îbadetê zêde dike.