Emmanûel Macron li ser şerê Ukraynayê ji televîzyona France 3 re axivî û got, “Em dixwazin şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê daye destpêkirin beriya ku bikeve nav şer rawestînin. Armanc ev e.”

Macron her wiha diyar kir ku ji bo rawestandina şer divê di nava nêzîkatiyên ku “ne bi axaftin û ne jî bi çalakiyan aloziyê bilind dikin” de bin.

Macron, da zanîn ku wek Ewropî divê rê nedin ku rageşî zêde bibin û got, “Em Ewropî divê erdnîgarî û dîroka xwe ji bîr nekin. Em bi gelê Rûsyayê re ne di şer de ne..”

Macron anî ziman ku Ewropa êdî ne di çarçoveya “Şerê Sar” a di navbera Moskow û Washîngtonê de ye.

Macron her wiha diyar kir ku ewê roja Duşemê yan jî Sêşemê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civînekê li dar bixin da ku niştecihên bajarê Marîûpolê derbixin. Bajarê benderê yê stratejîk Marîûpol bi hefteyan e di bin dorpêça Rûsyayê de ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Bîden ji bo Vladîmîr Pûtîn peyva “qesab” bikar anî.

Bîden gotibû, “Em ê bibin xwedî pêşerojeke cuda, pêşerojeke ronîtir ya xwe dispêre demokrasî û prensîban, hêvî û ronahiyê, terbiye û rûmet, azadî û dibetiyan. Ji bo xatirê Xwedê, ev mirov nikare li ser desthilatdariyê bimîne.”

Çend deqîqe piştî vê daxuyaniyê, rayedarekî Qesra Spî hewl da ku gotinên Bîden nerm bike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DYE’yê daxwaza guhertina rejîma Rûsyayê nekiriye. Qesra Spî îdia kir, “Mebesta serok ew bû ku destûr nayê dayîn ku Pûtîn hêzê li ser cîranên xwe an herêmê bikar bîne. Wî ne behsa hêza Pûtîn li Rûsyayê an jî guhertina rejîmê dikir.”