Serekê Hûsiyan Evdilmelik El Hûsî ku ji televizyona El Mesîre ya Hûsiyan re axivî, tiliya xwe bi agirbestê ve kir û got, ”Heke hûn vê fersendê ji dest berdin, hûn ê kolî poşman bibin.”
El Hûsî tiliya xwe bi Koalîsyoan Ereb ve kir, ku koalîsyon paşmêrtiya hêzên hikûmetê yên li Yemenê dike û got, ”Heta ku ew bes hêrişan bînin, dorpêçê rakin û dawî li dagirkeriyê bînin, wê ji derbên me û qedayan xilas nebin.”
Hûsiyan piştî gelek çalakiyên li ser Siûdî roja Şemiyê ji bo 3 rojan agirbest ragihandibû.
Di van êrîşan de kesek nehatibû kuştinê lêbelê xasma jî li Cîdeyê ya rojava tesîseke petrolê ya zehf î mezin şewitîbû.
Mehdî El Mashat, berpirsê giregir ê Hûsiyan diyar kir, heke Riyad dorpêça li Yemenê rake, nema hêrişên ezmanî bîne û ‘hêzên biyan’ vekişîne ew dikarin agirbestê domdar bikin.
Koalîsyona Ereb derheqê agirbestê hê ti daxuyanî nedaye, roja ku agirbest hatî ragihandin hêrişa ezmanî biribû ser wan qadan ku kontrola wan di dest Hûsiyan de ye.