Tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kopenhag, Parîs, Mantes la Jolîe û Bernê bi çalakiyan hate protesto kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn bi armanca balkişandina li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danîn. Stand bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê li Qada Gammeltorv hate lidarxistin.
Di çalakiyê de belavokên ku naveroka wan pradîgmaya Ocalan bû, pirtûk û balonên ku wêneyên Ocalan li ser bû ji bo zarokan hatin belavkirin.
Li aliyê din komeke Kurdistanî meşiyan. Meş li qada Vesterbros Torv destpê kir û bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ , ‘Faşîst Erdogan’ û ‘TC a faşîst şerê li dijî Kurdan rawestîne’ hatin berzkirin. Girseya gel li standa agahdarkirinê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz girtin û çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
PARÎS
Çalakiya Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransa (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F) seat 18:30’an li p3eşiya Gar de l’Est destpê kir. Di çalakiyê de pankarta ‘Li derdora felsefeya Rêbertiya xwe birêxistin dikin’ hate vekirin û b^enavber dirûşmeyên ‘ji Ocalan re azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin.
Endama Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Berîvan Firat di çalakiyê de axivî û bêdengiya saziyên Ewropa ya li dijî tecrîdê şermezar kir.
Firat wiha domand; “Bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nayê girtin, hevdîtina bi malbatê re jî tê astengkirin em vêya qebûl nakin. Jin, ciwan û hemû Kurdistanî divê ji bo azadiya Rêbertî çalakiyan lidarbixin.”
MANTES LA JOLIE
Li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê jî tecrîda li dijî Ocalan bi meşekê hate protesto kirin. Kurdistanî li Qada Îstasyonê li hev civian û heta navenda bajêr meşiyan.
Di meşê de bê navber belavok hatin belavkirin û dirûşmeya ‘ji Ocalan re azadî’ hate berzkirin.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên di mîtîngê de hatin kirin, hate gotin ku komploya navnetewî bi awayekî giran didome û banga tevlîbûna çalakiyan li her kesê hate kirin.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li dijî Ocalan bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Ciwanan seatên şevê li Qada Gewerbeschûle bi pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Kujer Erdogan’ berz kirin.
Di meşê de fîşekên hewayê hatin teqandin û meş li Qada Reîthschûle bi dawî bû.