Biryar e ku îro civîna parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê pêk were. Ji bo civîn pêk were pêwîst e 220 parlamenter amade bin, lê heta niha tenê 185 parlamenter amade bûne.

Biryar bû ku di saet 11.00’an de Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê bicive. Lê ji ber ku heta niha hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebûye hîn civînê dest pê nekiriye.

Herwiha Çarçoveya Hemahengî jî li mala Hadî Amirî civiya û civîn bi dawî bû. Piştî civînê Hadî Amirî însİyatîfek nû ragihand.

Serokê Hevpeymaniya Feteh Hadî Amirî diyar kir ku armanca wan ne paşxistina civîna parlamentoya Iraqê ye û diyar kir ku wê ji bo derketina ji vê rewşa siyasî ya heye însiyatîfek nû hebe.

Hadî Amirî bang li hemû aliyan kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li ser guftûgoyê kom bibin.

Her wiha Lîderê Tevgera Sadir Muqteda Sedir jî li ser Twîterê peyamek da û got: “Ti xêr di hikûmeteke lihevkirî de nîne. Çawa hûn ê li hev bikin û hûn destdirêjiyê li ser tevahiya pêkhateyan dikin.”

Muqteda Sadir bang li gelê Iraqê kir û ev got: “Ey gelê Iraqê, ez we li karesatên berê venagerînim. Welat êdî nakeve bin fişara dagîrkerî, lihevkirin, dabeşkirinê û gel jî ti carî xwe ji wan re naçemîne.”