Bandora rejîma Îranê ku bi hewleke taybet ji bo jinan ji nava civaka hunerî dur bixe, xwe nîşan dide. Li aliyê din jî rejîm destûr nade ku bi tu awayî jin bi tena xwe stranan bistêre. Konserek li bajarê Yezdê bi hinceta ku di nava muzîkjenan de 3 jin hene, hat betalkirin.

Hunermendên jin ji ber li hin bajarên Îranê, bendên qanûnî bi tundî tên sepandin, heta niha ji ber muzîkjen nayên dîtin neçar tên hiştin ku hunera xwe li pişt perdeyê pêk bînin û çalakiyên konseran jî tên betalkirin.

Hêjayî gotinê ye ku jinên Îranî li hemberî hemû siyasetên heyî, ji bo guhertina vê hişmendiya baviksalerî di nava têkoşînê de ne. Bi hezaran jin niha ji ber helwestên xwe yên azadîxwaz di girtîgehan de tên ragirtin, lê tevî wê jî dest ji têkoşîna xwe bernadin.