Li eyaleta Rîo de Janeîroyê baraneke xurt a ku 2 rojan domkir barî. Li gorî rayedaran di lehî û hezazê de herî kêm 14 kes mirin. Di nav wan de dayikek û şeş zarokên wê hene.

Serokkomarê rastgir ê tund Jaîr Bolsonaro li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku wî ji bo operasyonên rizgarkirinê li eyaleta ku nifûsa wê 17,5 mîlyon e, balafirên leşkerî şandiye.

Servîsên Meteorolojiyê ragihandin ku tê payîn di rojên pêş de li herêmê baraneke nû bibare.

6 hefte berê li Petropolîs a eyaleta Rîoyê ji ber lehî û hezazê 233 kes mirin.

Pispor hişyarî didin ku li Brezîlyayê ji ber diyardeya xwezayî ya El Nîna û germahiya global a li Okyanûsa Pasîfîkê demsala baranê her ku diçe girantir dibe.

Di meha Çileyê de li başûrê rojhilatê Brezîlyayê bi taybet li eyaleta Sao Paûloyê ji ber lehî û hezazê herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.