Ji 24’ê Sibatê û vir ve şerê li Ûkraynayê dewam dike. Aloziya dîplomatîk jî zêde dibe.

Roja Duşemê piştî Fransa û Elmanyayê, her wiha Îtalya, Danîmarka û Swêdê jî bi dehan dîplomatên Rûs dersînor kirin. Hejmara dîplomatên di nava 48 saetên dawî de hatin dersînorkirin 120 kesî derbas kir.

Welatên Ewropayê sûcdariyê li Rûsyayê dikin ku di êrişeke hewayî de li nêzî Kîevê komkujiyek hatiye kirin.

Dozgeriya antîteror a Fransayê di çarçoveya ‘sûcê şer’ de dest bi sê lêpirsînên nû kir. Lêpirsîn der barê êrişên li herêmên Marîûpol, Gostomel û Çernîgîv ên li Ûkraynayê ne.

Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Bûçayê bi dehan kes hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî Rûsya sûcdar kir ku bi zanebûn êrişî sivîlan kir.