HRW û Rêxistina Efûyê raporeke hevpar amade kirin û diyar kirin ku sivîlên Tîgrayî bûne hedefa ‘kampanyayeke paqijiya etnîkî ya bêrehm’.

Li vê herêma li bakurê Etiyopyayê yekîneyên alîgirê hikumetê û hêzên Tîgrayî ji Mijdara 2020’î ve şerê hev dikin.

Li gorî raporê, di dema operasyona yekîneyên Etiyopyayê de bi sed hezaran kes ji Tîgray a rojava bi qemyon û otobusan hatin dersînorkirin an jî ji zilma hêzên ewlekariyê reviyan. Ev zilm ji aliyê rêveberiya herêmî û xwecihî ve bi destavêtin, kuştin, talankirin û bêparhiştina ji alîkariya mirovî hate kirin.

Di rapora bi sernavê “Em ê vê xakê ji we paqij bikin” de hate gotin, “Ev êrişên bi rêk û pêk ên li dijî nifûsa sivîl a Tîgrayiyan, li gel sûcê şer her wiha sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Herdu rêxistinan xemsariya hikumeta Addîs Ababa şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev operasyon bi “daxwaz û tevlîbûna hêzên federal ên Etiyopyayê” hate kirin.

Şerê li Tîgrayê, piştî ku Serokwezîr Abiy Ahmed ji bo têkbirina rayedarên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) leşker şand herêmê, destpê kiribû.

Ji Adara 2021’ê û pê ve DYE jî nerazîbûn nîşan da ku li Tîgra ya Rojava hêzên milîs ên Amharayê “paqijiya etnîkî” dikin. Rayedarên herêma Amharayê ya cîranê Tîgrayê, sûcdariyan weke “propagandayê” pênase dikin.